​​​​​​​Li Kabulê jin ji bo serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê daketin qadan

Li paytexta Efganistan Kabulê, jin ji bo piştgiriya bi jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranî daketin qadan. Hêzên Talîbanê gule berdan hewayê û dest li çalakiyê werdan.

​​​​​​​Li Kabulê jin ji bo serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê daketin qadan
29 îlon, 2022   08:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li paytext Kabulê li pêşiya Sefaretxaneya Bilind a Îranê jinan xwepêşandanek lidar xist û dirûşma "Jin, "Jiyan, Azadî" qîriyan.

Li gorî AFP'ê, çalakgeran 15 deqeyan dirûşm qîriyan. Hêzên Talîbanê jî gule berdan hewayê û dest li çalakiyê werdan. Her wiha hewl dan bi quntaxa çekê li jinan bidin.

Di çalakiyê de ku bi dehan jin tevlî bûn, dirûşmên "Îran radibe ser piyan, niha dor a me ye" û "Ji Kabulê heta bi Îranê bibêjin Na ji dîktator re" hatin qîrîn.

Hate ragihandin ku hêzên Talîbanê yên êriş birin ser çalakgeran, zor dan rojnamevanan ku dîmen û wêneyên kişandine jê bibin.