​​​​​​​Cîhan Mihemed: Binkeftina siyaseta Enqereyê bû sedem ku nêzî hikumeta Şamê bibe

Endama Rêveberiya MSD`ê şaxê Helebê Cîhan Mihemed got nêzîkbûna hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker, encama binkeftina siyaseta dewleta Tirk e. Cîhan banga aktîfkirina diyaloga nîştimanî di navbera sûriyan de kir. Her wiha bang kir ku li pey lîstokên dewleta Tirk ên ji bo parçekirina Sûriyê neçin.

​​​​​​​Cîhan Mihemed: Binkeftina siyaseta Enqereyê bû sedem ku nêzî hikumeta Şamê bibe
29 îlon, 2022   03:25
HELEB – MIHEMED EBDO

Dewleta Tirk a dagirker ku zêdetirî 10 salan e bû sedema kûrkirina aloziya Sûriyê, piştgiriya komên çete kir û xaka Sûriyê dagir kir, niha jî hewl dide têkiliyên xwe bi hikumeta Şamê re vegerîne.

Endama Rêveberiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) şaxê bajarê Helebê Cîhan Mihemed têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.

Cîhan Mihemed di destpêka axaftina xwe de wiha got: "Eger em bixwazin destwerdanên dewleta Tirk ên di dema krîza Sûriyê de rêz bikin, em ê bibînin ku ji bo kontrolkirina tevahiya erdnîgariya Sûriyê, hemû amûr bi kar anîn, lê ev hewldan timî bi bin ketine."

‘TÊKÇÛNÊ SIYASET GUHERANDIN’

Cîhan Mihemed diyar kir ku dagirkeriya Tirk ji bo ku serweriya xwe berfirehtir bike û armancên xwe yên vejandina Mîsaqî Mîllî pêk bîne, gelek rêbaz bi kar anîn, lê polîtîkayên wê lê vegerîne û wiha domand: "Siyaseta dewleta Tirk têk çû, lewra dest bi siyaseteke nû ya nêzîkbûna bi hikumeta Şamê re kir da ku li ser misogerkirina lihevkirinekê kar bike. Ev jî piştî ku ew bi tawankarî tohmet kir û ew wek dewleteke terorîst bi nav kir û bi eşkere daxwaza dadgehkirina berpirsên hikumeta Şamê kir ku li gorî wan sûcdarên şer in."

Cîhan Mihemed got banga dewleta Tirk a ji bo nêzîkbûna bi hikumeta Şamê re ji gelek sedeman tê û wiha domand: "Ji wan sedeman jî têkçûna wê di operasyona leşkerî ya êrişa li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye. Ji ber ku tu çirayeke kesk anku erêkirin ji welatên mezin wernegirt. Sedemeke din jî têkçûna wê di civîna Tehranê de ye ku di 19’ê Tîrmeha derbasbûyî de hatibû lidarxistin û li aliyekî din civîna Soçiyê ya Tebaxa borî. Têkçûna wê di hemû waran de, ew neçar kir ku siyaseta xwe biguherîne. Ji bo wê jî dest bi derxistina daxuyaniyên asayîkirina di navbera çeteyên artêşa Tirk a dagirker û hikumeta Şamê de kir."

BIKARANÎNA KRÎZAN

Cîhan Mihemed destnîşan kir ku gelên herêmên dagirkirî ji van planan haydar bûne û lidarxistina xwepêşandanên ji bo şermezarkirina daxuyaniyên dewleta Tirk û banga rêgirtina li her lihevhatinekê bi vî awayî, helwesta gel li ser nêzîkbûna bi hikumeta Şamê re nîşan dide.

Cîhan Mihemed wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi navbeynkariya Rûsyayê, guhertina siyaseta dewleta Tirk û meyla normalîzekirina têkiliyan bi hikumeta Şamê re, di çarçoveya bikaranîna aloziya Rûsya û Ukraynayê û derketina şerê ku bûye sedema îzolekirina Rûsyayê tê. Rûsya dibîne ku nêzîkbûna ji dewleta Tirk re dikare wê ji dorpêçê rizgar bike."

BANGÊN YEKKIRINA AXÊ Û DERXISTINA DAGIRKERAN

Cîhan Mihemed bang li tevahiya gelê Sûriyê kir ku nekeve nava van polîtîkayên "qirêjî" ku bi hinceta parastina ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef  û wiha dewam kir: "Eger xaka Sûriyê were dagirkirin, ev yek dê yekitiya axa Sûriyê têk bibe."

Cîhan Mihemed her wiha bang li hikumeta Şamê kir ku li dor gelê Sûriyê kom bibe û bi rêya afirandina atmosferek ji bo diyaloga Sûrî-Sûrî, ji bo misogerkirina pêşeroja wî kar bike. Her wiha bang lê kir ku berpirsyariya xwe bi cih bîne, der barê tiştên ku li ser erdnîgariya Sûriyê diqewimin, ew jî bi xurtkirina yekitiya axa Sûriyê û derxistina dagirkeran.

Endama Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Cîhan Mihemed destnîşan kir ku bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk, bi hilweşandina Peymana Edeneyê dest pê dike ku Enqere wê wek hincet ji bo destwerdana Sûriyê bi kar tîne.

(hs)

ANHA