Şaredariyên gel ên Tebqa û Reqayê projeyên xizmetguzariyê didomînin

Di çarçoveya projeyên xwe yên sala 2022’yan de, Şaredariya Gel a Reqayê ronîkirina gelek kolanên sereke yên bajêr bi dawî kir. Her wiha ji bo temamkirina ronîkirina 5 taxên din, plansaziyek wê ya xebatê heye. Şaredariya Gel a bajarokê Mensûra yê bajarê Tebqayê jî dest bi projeya kanalîzasyonê kiriye ku xizmeta zêdetirî 200 malan dike.

Şaredariyên gel ên Tebqa û Reqayê projeyên xizmetguzariyê didomînin
Şaredariyên gel ên Tebqa û Reqayê projeyên xizmetguzariyê didomînin
Şaredariyên gel ên Tebqa û Reqayê projeyên xizmetguzariyê didomînin
Şaredariyên gel ên Tebqa û Reqayê projeyên xizmetguzariyê didomînin
Şaredariyên gel ên Tebqa û Reqayê projeyên xizmetguzariyê didomînin
Şaredariyên gel ên Tebqa û Reqayê projeyên xizmetguzariyê didomînin
Şaredariyên gel ên Tebqa û Reqayê projeyên xizmetguzariyê didomînin
Şaredariyên gel ên Tebqa û Reqayê projeyên xizmetguzariyê didomînin
29 îlon, 2022   01:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Hemwextî gefên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dorpêça heyî, xebatên xizmetguzariyê li herêmê dewam dikin.

Daîreya Ronîkirina Giştî ya Şaredariya Gel a Reqayê, xebatên xwe yên ronîkirina kolan û taxên bajêr didomîne. Di meha borî de kar li ser ronîkirina taxa El Sekna ya li navenda bajarê Reqayê û sazkirina 25 lembeyan kirin. Her wiha têl danîn û stûnên xirabbûyî sererast kirin.

Li taxa El Firat, daîreyê 131 lembeyên li ser stûnên şebekeyê danîn. Her wiha stûnên ronahiyê yên pira kevn restore kirin.

Di vê derbarê de serokê Daîreya Ronîkirinê ya Giştî ya Şaredariya Gel a Reqayê Şewax El Selal ji ajansa me re axivî. El Selal got: "Me wek pêngava destpêkê 12 stûnên ronahiyê li herêma El Makif danîne û em ê di dema pêş de ji bo temamkirina wê bixebitin."

El Selal wiha domand: "Xebata niha nûkirina parka taxa El Bedû ya dikeve taxê li pişt Mizgefta El Şuheda ye. Rûbera baxçe 11 donim e, em kar dikin ku li baxçe stûnên ronahiyê yên pêwîst bi cih bikin. Ev proje dê di destpêka Cotmehê de biqede."

El Selal wiha dirêjî da axaftina xwe: "Şaredariya Gel li Reqayê dê di destpêka meha bê de rêya ku dibistana Hemîda û rêya El Moatez a başûr bi hev ve girê dide, çêke. Her wiha derdora mizgefta kevn."

El Selal her wiha got: "Em ê ji bo temamkirina ronîkirina kolanên taxa El Hisêwa û taxa El Sebahiye bixebitin. Her wiha temamkirina taxên mayî yên rojhilatê El Berad, taxa Sahet El Şemas û taxên ku bi navê Reqaya kevn tên naskirin. Di heyama pêş de em ê li ser ronîkirina Çerxerêya El Berazî, Çerxerêya El Temwîn û Çerxerêya Panorama bixebitin."

Ji aliyê xwe ve Şaredariya Gel a bajarokê Mensûra yê bajarê Tebqayê û di çarçoveya proje û plansaziyên sala 2022’yan de, beriya hatina zivistanê xebatên xwe yên xizmetguzariyê didomîne. Niha li bajarokê Mensûra li ser projeya kanalîzasyon û ronahiyê dixebite.

Projeya ku bi serpereştiya beşa teknîk a li şaredariyê ve tê meşandin, xeteke nû li kêleka xeta sereke tê danîn da ku rê li ber girtina kanalîzasyonê bigire ku dibe sedema çêbûna çirav û gemarê di nava taxan de.

Têkildarî mijarê hevserokê Şaredariya Gel a Mensûrayê Elî El Hemod got: "Şaredarî di çarçoveya projeyên sala 2022’yan de, li herêmê li ser gelek projeyên xizmetguzariyê xebitî ku ya herî girîng dirêjkirina tora kanalîzasyonê bi dirêjahiya hezar û 200 metre ye."

El Hemod wiha pê de çû: "Ev proje xizmeta 200 xaniyan li dawiya başûrê bajarok dike. Xebata li ser vê projeyê dê 60 rojan berdewam bike."

El Hemod ev agahî jî parve kirin: "Di nava van projeyan de, Şaredariya Gel a Mensûra li ser projeya sererastkirina xeta ronahiyê ya ketina Mensûra ya li ser rêya Heleb-Reqayê dixebite.  Xebata wê jî dê nêzî 15 rojan dewam bike."

El Hemod wiha li axaftina xwe zêde kir: "Ji bo kêmkirina qezayên trafîkê yên bi şev û zêdekirina xweşikbûna bajêr, dê 185 lembe bên amadekirin. Dê projeyên din jî pêk bên, wekî projeya kanalîzasyonê bi dirêjahiya 300 metreyan, projeya peyarêyan û zîftkirina rêyan."

Her wiha Şaredariya Gel a Mensûrayê projeya kanalîzasyonê li taxa şehîd Ebdullah El Cidêi ya bajarokê Mensûrayê, bi dirêjahiya 430 metre ku xizmeta zêdetirî 270 malên bajarok dike, bi dawî kir.

(hs)

ANHA