​​​​​​​Bi hezaran şêniyên Qamişlo şehîd Yilmaz Şero oxir kir

Bi hezaran şêniyên Qamişlo beşdarî merasîma oxirkirina hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Dadê û Çeksaziyê ya herêma Cizîrê şehîd Yilmaz Şero bûn û da zanîn ku divê gelên herêmê hevgirtî bin, da ku planên dijminên mirovahiyê têk bibin.

28 îlon, 2022   21:02
QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên Qamişlo û gundewarên wê, nûnerên ji Rêveberiya Xweser, meclisên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, fermandarên ji QSD, YPJ, YPG’ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl beşdarî merasîmê bûn. Merasîm li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan hate lidarxistin.

Di merasîmê de Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Mahsûm Hesen axivî û wiha got: "Ev komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, peyama Erdogan ji gelê Kurd re ye ku dê para gelê Kurd di peymanên cîhanê yên nû de tune be."

Hesen wiha domand: "Erdogan bi hemû rêbazan hewl dide vîn û rêveberiya me têk bibe. Rêber Ocalan dibêje xafilbûn îxanet e. Divê her kurdek, welatparêzek û mirovek li ser vê xakê dijî dijminê xwe binase. Armancên dijmin û rejîmên destihilatdar ne tenê têkbirina partî, eşîre, ziman û çand e, lê belê xweavakirina li ser hesabê gelan e."

Der barê hedegirtina jinan de ji aliyê dewleta Tirk û pergalên cîhanê ve got: “Dijmin qebûl nake ku jin pêşengiya civakê bikin û wê birêve bibin. Ji ber wê jinên mîna Leyla li Kobanê, Zeyneb li Dêrikê, Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê û bi sedan weka wan dike hedef.”

Di dawiyê de bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku destkeftiyên şoreşê biparêzin û vê firsenda dîrokî ji dest nedin, ji ber ger winda bikin dê fedekariyên bi hezaran şehîdan vala biçin.

Her wiha hevserokê Meclisa Qanûnsaz a herêma Cizîrê Hikmet Hebîb fedakariyên şehîdan silav kir û got: Şehîdên li goristanan radizin ji bo civakeke demokrat û azad tê koşiyan û li ber xwe dan da ku çîroka têkoşîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê temam bikin ku xwedî li projeya demokratîk derketin da ku civakeke demokrat û azad li ser bingeha biratiya gelan û jiyana hevbeş ava bikin.

 Hebîb destnîşan kir ku projeya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li xweşiya hikûmeta AKP’ê neçû, ji ‎ber wê jî wê hewl da bi hemû awayan vê projeyê têk bibe, lê gava ku li hember vê projeyê bi bin ket, ‎piştgirî da çeteyên DAIŞ’ê.‎

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehîd ji aliyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê ve, ‎Revîn Şêxmûs ve hat xwendin û piştre cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayîkan hat oxirkirin.‎

ANHA