Hiqûqnasên Reqa: Mehrûmkirina rêber Ocalan ji "Mafê Hêviyê" binpêkirina qanûnên navneteweyî ye

Hiqûqnasên ji Reqayê da zanîn ku mehrûmkirina rêber Abdullah Ocalan ji "Mafê Hêviyê" ji hêla desthilatên dewleta Tirk ve binpêkirina mîsaq û qanûnên ewropa û navneteweyî ye û got divê azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêk bê.

Hiqûqnasên Reqa: Mehrûmkirina rêber Ocalan ji "Mafê Hêviyê" binpêkirina qanûnên navneteweyî ye
29 îlon, 2022   00:44
REQA

Dewleta Tirk di tecrîdkirina rêber Ocalan û mehrûmkirina wî ji mafên herî hêsan dewam dike, bi vê yekê qanûn û mîsaqên navneteweyî bin pê dike. Her wiha mehrûmkirina rêber Ocalan ji "Mafê Hêviyê" di çarçoveya sûcên dewleta Tirk ên li dijî rêber Ocalan de pêk tên.

/kr/uploads/files/2022/09/28/201352_-.webp

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Reqayê Xalid El Hesen bal kişand ser sûcên dewleta Tirk ên li dijî rêber Ocalan û got: "Ji dema revandina rêber Ocalan û ragirtina wê li Îmraliyê binpêkirina adat û rêbazên cîhanê ye."

El Hesen wiha domand: "Bêyî tu hişyarkirinê û bêyî agahdariya girtina wî rêber Ocalan bi rêya enterpola navneteweyî û hevgirtina nêzî 40 dewletî bi vî awayî hate revandin."

El Hesen ev tişt got: "Rêber Ocalan rastî hemû îşkenceyan hat û gelek salan xistin girtîgeha yek hucreyî. Nehiştin ne malbat ne jî parêzer wî bibînin."

El Hesen da zanîn ku tevî ku di yek madeyên qanûna dewleta Tirk de heye ku ger kesek hate girtin û têkiliya wî bi rewşa navneteweyî hebe, qanûnên navneteweyî li ser wî pêk tên.

El Hesen diyar kir ku di destûra navneteweyî ya dewleta Tirk a madeya 10’an heye ku divê dan û standina bi girtiyan re ger ew kes ramyarekî siyasî be, dan û standin mirovî be. Lê dewleta Tirk a dagirker hîna tecrîda li ser rêber û ramyar Abdullah Ocalan dewam dike û hemû destûrên ku hikumeta wê danîne bin pê dike.

Têkildarî qanûnên cîhanê dema ku girtiyekî 70 sal derbas kir, El Hesen wiha anî ziman: "Dema girtiyekî 70 sal derbas kir, serbest tê berdan. Ev yek di qanûna navneteweyî de heye. Ev hemû taybetmendiyên li ser dan û standina bi girtiyên siyasî re rêber Ocalan jê mehrûm e."

Xalid El Hesen bang li rêxistinên navneteweyî, NY’yê û rêxistinên mafên mirovan kir ku ji nû li doza rêber Ocalan vegerin û çareyekê ji tecrîdê re bibînin û qanûna navneteweyî pêk bînin û wê ji girtîgehê derxin.

Xalid El Hesen wiha dawî li gotina xwe anî: "Qanûna Mafê Hêviyê ji bo her kesî 70 sal derbas kiriye û 20 hatiye ragirtin ku were serbestberdan. Rêber Ocalan jî ev her du derbas kirin. Tê zanîn ku rêber Ocalan di 04.04.1948’an de hatiye dinê û di 15.02.1999’an de hate dîlgirtin."

BINPÊKRIINA QANÛN Û SÎSTEMÊN NAVNETEWEYÎ YE

/kr/uploads/files/2022/09/28/201333_-.webp

Li aliyekî din jî endamê Yekitiya Parêzeran a Reqayê Hisên Mela wiha got: "Têkildarî axaftina li ser doza rêber Ocalan, tecrîda girankirî û ragirtina wê di gireveke tecrîdkirî de binpêkirina qanûn û sîstemên navneteweyî ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve ye."

Mela wiha domand: "Darizandina ku beriya 20 salan çêbûye, ji destpêka girtina rêber Ocalan ve dadgeheke nerewa, binpêkirina qanûn û dadgehên navneteweyî bû. Dadgehê bi awayekî lezgîn rêber Ocalan darizand. Li kêlek wê jî erkên Komîteya Parastina Rêber Ocalan taloq kir û qeydên giran li ser wî ferz kirin."

Mela ev tişt anî ziman: "Encamên vê dadgehê girtina rêber Ocalan li gireveke tecrîdkirîbû. Ev biryar binpêkirina qanûnên dadgehên Ewropa, Cinêv, Roma û dewleta Tirk bi xwe ye jî."

Hisên Mela destnîşan kir ku bi rêber Ocalan re dan û standin wek girtiyekî ji dadgeha sûcê ne weke têkoşerekî xwedî fikrê siyasî tê kirin. mafê her girtiyekî siyasî heye; serdan, dîtina parêzeran û derbaskirina rojnameyan da ku derdora xwe binase.

Mela diyar kir ku dewleta Tirk qanûnên dadgehên navneteweyî li ser girtiyên siyasî pêk nayne, bi taybet li ser rêber Ocalan.

Hisên Mela wiha dawî li gotina xwe anî: "Em bang li rêxistinên navneteweyî û NY’yê dikin ku ji nû ve li doza rêber Ocalan vegerin û doza wî pêşkêşî dadgeha navneteweyî bikin, tedbîrên tenduristî li ser wî bigirin û serbest berdin."

(fr)

ANHA