​​​​​​​Bavê şehîd Hebûn: Divê aliyên têkildarî cezayên tund li sîxuran bibirin

Bavê şehîd Hebûn Mela bang li kesên ku bi dewleta Tirk a dagirker hatine xapandin kir ku vegerin rêya rast, hemwextî wê bang li PDK’ê kir ku ji rêya xiyanetê derkeve.

​​​​​​​Bavê şehîd Hebûn: Divê aliyên têkildarî cezayên tund li sîxuran bibirin
28 îlon, 2022   23:31
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker şer bi hemû awayan li dijî gelê herêmê dide meşandin. MIT’a Tirk li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê torên sîxurtiyê ava kirin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi dehan sîxurên dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya Pêngava Sondê ya ku di 31’ê Hezîranê ragihandibû de, girtin.

Der barê kiryarên dagirkeriya Tirk de, bavê şehîd Hebûn, Remedan Mihemed ji ANHA’yê re axivî. Hebûn Mela, Zehra Berkel û Yadê Emîne li Helinca Kobanê di 23’yê Hezîrana 2020’an de bi balafirên dewleta Tirk şehîd bûbûn.

'XWE JI BO PEREYAN DIFIROŞIN’

Remedan Mihemed wiha axivî: “Em malbatên şehîdan di merasîmên şehîdên xwe de soz da ku tola wan hilînin û QSD’ê xwedî li soza xwe derket, ajan û sîxurên ku bûn sedema şehîdbûna keç û xortên me girtin. Rêveberiya Xweser jî tevî hemû hewldanên têkbirina wê, lê dîsa ji destpêka damezirandina xwe ve ji gelê herêmê re wargeh bû .”

Remedan Mihemed wiha domand: “Îro me nas kir kî dijminê me ye, kî piştgiriya me dike û kî başiyê ji me re dixwaze. Me ji ajanên ku girtine re got ku hûn welatê ku bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin, talan dikin.”

Remedan Mihemed destnîşan kir ku wan texmîn dikir ku dewleta Tirk a dagirker ajanên xwe dişandin herêmê da ku Rêveberiya Xweser û destkeftiyên şoreşê têk bibin û wiha pê de çû: "Lê mixabin piştre me nas kir ku ew ajan keç û xortên herêmê ne, ku xwe ji bo pereyan difiroşin, rêya vî karê bişerm jî pir kurt e û dawiya wî tarî ye."

 “DEWLETA TIRK A DAGIRKER HEMÛ CÛREYÊN ŞER LI DIJÎ HERÊMÊ DIDE MEŞANDIN”

Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hemû cûreyên şer li dijî herêmê, ji şerê sîxurtî, penaberî, tirsdandin û rêvekirina li ber çeteyan û piştgiriya wan dide meşandin. Ew her tiştî ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe dike, di encamê de jî îradeya gelên herêmê têk bibe. Dewleta Tirk diyar dike ku bi tunekirina gelên resen hebûna wê mayînde dibe.

Remedan Mihemed ev tişt got: "Ne tenê dagirkeriya Tirk, hemû dewletên ku azadiya me naxwazin û hewl didin projeya me ya demokratî têk bibin, şerê me dikin."

Remedan Mihemed xiyaneta Partiya Yekitiya Demokrat (PDK) a li dijî gelê Kurd şermezar kir û diyar kir ku wan rêya dirust şaş kir, di rêya xiyanetê de meşiyan û bûn hevkarên dagirkeriya Tirk li dijî gelê Kurd.

Bavê şehîd Hebûn Remedan Mihemed bang li kesên ku bi dewleta Tirk hatine xapandin kir ku li biryarên xwe vegerin, ji ber ku ew parêzvanên xwe şehîd dixin, her wiha bang li Rêveberiya Xweser kir ku cezayên giran li sîxurên ku hatine girtin, bibirin.

Di dawiya axaftina xwe de, Remedan Mihemed bang li dagirkeriya Tirk kir û got: “Hûn çi dikin bikin, em ji şopa rêber Ocalan venagerin, em xwe bi xwe bi rê ve dibin, her wiha hêza me, hêza QSD’ê heye û amade ne ji bo parastina me û herêmê canê xwe feda bikin.”

(mh)

ANHA