​​​​​​​Banka Navendî ya Sûriyê nirxê dolar biha kir; gelo armanc jê çi ye?

Li gel paşdeçûna rewşa aborî li welêt Banka Navendî ya Sûriyê nirxê dolar kir 3015 lîreyê Sûriyê. Aborînas dibêjin ev yek nîşaneya hevkariya hikumeta Şamê bi bazirganan re ye, ji bo dizîna pereyên welatiyan û nîşaneya têkçûna di pêşkêşkirina çareyên aborî û siyasî de ye.

​​​​​​​Banka Navendî ya Sûriyê nirxê dolar biha kir; gelo armanc jê çi ye?
29 îlon, 2022   04:45
NAVENDA NÛÇEYAN - CÛDÎ ÎSMAÎL

Banka Navendî ya Sûriyê di 19`ê Îlonê de bi awayekî fermî nirxê dolar bilind kir û kir 3015 lîreyê Sûriyê. Nirxê dolar beriya wê piştî 2500 lîre bû. Her wiha nirxê dolarê ji derve tê, rakir 3000 lîreyî ku herî dawî 2800 lîre bû. Îsal ev cara duyemîn e ku guhertineke wisa çêdike.

Her wiha berdêla leşkerî biha bû ku berê 2525 lîre lê lê niha bû 2800 lîre.

Li hember vê biryarê nerazîbûn ji aliyê gel ve derket. Nexasim ku nirxê dolarê li sûka reş gihaşt 4500 dolarî û madeyên sereke û xwarin gelekî biha bûn.

Profesorê Fakulteya Aborî ya Zanîngeha Şamê Dr. Eymen Deyûb ji rojnameya El Watan a hikumeta Şamê re axivî û got: “Bilindkirina nirxê dolar heta bigihêje nêzî nirxê dolarê di sûka din de, biryareke di cih de ye û xizmeta valahiya di navbera nirxê fermî û nirxê sûkê de dike. Yanî ew beşek ji hewldana gihandina nirxekî ye û xilasbûna ji pirbûna nirxên xerckirinê li sûkê ye ku xebatên aboriyê li welêt asteng dikin.”

Aborînasên ji Sûriyê der barê hewldana Banka Navendî ya bilindkirina nirxê dolar li hember lîreyê Sûriyê ya bi hinceta ku nirx li sûkê bibe yek, bi guman in. Aborînas diyar dikin ev bieyar dê sûdeke mezin li bankê bike ku Banka Navendî veguheriye saziyeke bazirganiyê li şûna ku siyasetên diravî yên welêt diyar bike. Her wiha diyar kirin ku bandora gava dawîn a Banka Navendî dê enflasyonê zêdetir bike.

Li aliyekî din, sekreterê Komeleya Parastina Mezêxeran a hikumeta Şamê Ebdulrezaq Hebze got: “Ev biryara Banka Navendî di cih de ye, ji ber şert û mercên giştî yên li welêt, paşdeçûna karîna kirinê ya mezêxeran, tehemûlnekirina zêdekirina nirxan bi taybet ku gelek firoşkar û bazirgan, amade ne vê yekê keysbaz bikin û buhayên madeyan bilind bikin, qezencên zêde bi dest bixin.”

BUHA BILIND DIBIN, ÎSTÎFAYÊN JI SAZIYÊN HIKUMETÊ JÎ BÛNE DIYARDE?

Ruxmî sozên aliyên têkildar ên hikumeta Şamê yên der barê kontrolkirina buhayên kel û pelan û xwarinê piştî bilindkirina nirxê dolar, lê vê yekê bi awayekî neyînî bandor li sûkên Sûriyê kir. Li ser nirxên piraniya madeyan mîna mast, penêr, konserwe ji 300 heta 500 lîre zêde bû. Ev jî binkeftina hikumetê di kontrolkirina sûkê de nîşan dide.

Pêwîstiya mehane ya her malbateke ji 4 endaman bi 400 dolaran heye da ku pêdiviyên xwe yên jiyanî peyda bikin. Lê fonên karmendên hikumeta Şamê tenê di navbera 60 hezar heta 150 hezar lîreyî de ye, anku 13-45 dolar. Ji ber wê gelek ji wan neçar dibin ku karekî din bikin da ku vê yekê derbas bikin.

Daxwaznameyên malnişîniya pêşxwext ji saziyên hikumeta Şamê veguheriye diyardeyekê. Piştî ku meaşê karmendan êdî têra lêçûna veguhastinê nake. Li gorî Serokê Yekitiya Karmendana a Laziqiye Minem Osman hejmara karmendên ku daxwaznameyên malnişîniya pêşwext pêşkêş kirine, heta Îlonê gihaştiye 516`an.

Hikumeta Şamê îdia dike ku biryara bilindkirina dolar dê bandorê li nirxên kel û pelan neke û gelek bernameyên hikumetê hene ku dê bandora vê yekê li ser sûkê kêm bike.

Der barê mijarê de, pirsporê aboriyê û profesorê Fakulteya Rêveberiya Karsaziyê ya Komkara Erebî ya Navneteweyî (AIU) yê berê Dr. Mûhîb Salihe destnîşan kir ku hikumeta Şamê siyaseta cudabûna nirxên dolar di aloziyên aborî de bi kar tîne û wiha domand: “Bi vê siyasetê, siyaseteke kevin-nû ye ku di salên 1980`yî de bi kar aniye. Niha jî bi kar tîne, ji ber ku qadeke fireh jê re peyda dike da ku bi hêsanî tev bigere.”

Salihe ev li gotinên xwe zêde kir: “Banka Navendî di her du hewldanên xwe yên berê de bi ser ket û rezervên xwe bi diravên biyanî bi rêya wê cudahiyê di navbera nirxên dolarê yên cuda de dabîn kir. Ew cudahî di navbera nrixê fermî û yê di nav sûkê de ye, nirxên îdarî ku bingeha wê yên aborî nîn e mîna nirxê siyahî, berdêlên leşkerî, lêçûna dermankirinê li derve û nirxê paralel e. Di ser de jî, rêbazên bi zorê hene mîna nehiştan bikaranîna diravên biyanî, diyarkirina banên hinartina pereyan li ser asta hundirîn, serfkirina pereyên ji derve tên bi nirxên gelek ji sûkê kêmtir bi kar tîne, ji bo meşandina kar û barên bankê yên derve û hundir komîsyonên mezin dibe.”

KONTROLKIRINA SÛKÊ

Têkildarî armanca Banka Navendî ya Sûriyê ji vê gava xwe ya dawîn, Salihe got: “Armanc her tim zêdekirina kontrolê li ser vê sûkê û sûkên kelûpelan û xebatan e. Ji ber her zêdebûnek di nirxê dolarê de, dê sûk bike hicet da ku nirxên kelûpelan zêde bikin beyî ku li bandora wê ya yekser û neyekser li ser nirxan di ber çavan re derbas bikin.”

Salihe wiha berdewam kir: “Mînak, heke nirxê fermî yan jî ya navendî, bilind bibe mîna ku niha pêk hatiye, dê bandorê li nirxên kel û pelên ji derve tên mîna derman û pêdiviyên hilberandinê bike. Di encamê de dê nirxên hemû kel û pelan û heta xebatan zêde bibe, dê ev yek bi awayekî neyînî bandorê li karîna kirînê bike. Yanî dê asta jiyanî ya piraniya şêniyan kêm bibe ku ji sedî 90`ê wan ketine bin xeta xizaniyê û zêdetirî ji sedî 75`ê wan di bin xeta birçîbûnê de ne.”

Mûhîb Salihe diyar kir ku li gel tunebûna hewldana hikumeta Şamê ku nirxên di sûkan de bi rêya siyasetên aborî, malî û diravî kontrol bike, hikumet bi bazirgan û yên ji fînanseyan sûdê werdigirin re hevkarî kir ku berîkên welatiyan vala bike.

Di dawiyê de Salihe got: “Ruxmî ku hemû behsa cudabûna mezin di navbera rêjeya meaş û enflasyonê de dikin, lê hikumet rewşên aborî û jiyanî çareser nekirin, hewl neda cudebûna di navbera nirx û meaşan de kêm bike. Ev jî nîşan dide ku hikumet nikare çareseriyên siyasî û aborî pêşkêş bike ku sûriyan ji vê rewşê xilas bike.”

(şx)

ANHA