Ji birîndarên êrişa Îranê 4 rojnamevan in

Di encama êrişa Îranê ya li ser navend û baregehên hizbên Rojhilatê Kurdistanê de yên di nava xaka Başûrê Kurdistanê de, 4 rojnamevan birîndar bûn ku rewşa du ji wan giran e.

Ji birîndarên êrişa Îranê 4 rojnamevan in
28 îlon, 2022   12:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî êrişên Îranê yên li ser baregehên hizbên Rojhilatê Kurdistanê, bi dehan rojnamevanan berê xwe dan cihê bûyerê.

Di encama êrişan de peyamnêrê kanala Kurdistan 24 Soran Kamuran û kameravanek li Pirdê birîndar bûn û hat gotin birîna peyamnêr giran e.

Her wiha li bajarokê Koyê jî di encama bombebaran de peyamnêrê Sîteya Zom û kameravanek birîndar bûn.

Artêşa Îranê îro baregehên Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê û Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşanî Kurdistanê yên li Zirgiwezê, baregehên Hizba Demokratîk yên li Koyê û baregehên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)  yên li Pirdê bombebaran kir.