Dîmenên nû yên bikaranîna çekên kîmyewî bi destê artêşa Tirk

Dîmenên nû derketin holê ku tê de xuya dibe ku dewleta Tirk a dagirker li qadên di bin kontrola gerîlayan de gazên kîmyewî û çekên qedexe bi kar tîne.

Dîmenên nû yên bikaranîna çekên kîmyewî bi destê artêşa Tirk
27 îlon, 2022   09:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk di meha Nîsanê de ji bo dagirkirina Zap, Avaşîn û Metînayê êrişên dagirker dabû destpêkirin û di van êrişên dagirker de sûcên şer dike.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê berê jî daxuyanî dabû û bîlançoya 5 mehan a êrişên bi çekên qedexe eşkere kiribû. HPG’ê derbarê êrişên bi çekên qedexe yên ji 14’ê Nîsanê û heta 14’ê Îlonê ev daxuyanî dabû:

“Tunelên şer û çeperên hêzên me 2004 caran bi bombeyên qedexe (bombeyên fosforê, bombeyên termobarîk, bombeyên taktîk nukleer) û bi çekên kîmyewî hatine bombekirin.”

Heta niha gelek agahî, belge û şahid derketin holê ku van agahiyên Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê piştrast dikin.

De rbarê sûcê şer de delîleke din li qada Girê Şehîd Pîrdogan a girêdayî Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê ya Metînayê derket holê.

Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) dîmenên wê weşandin. Di dîmenan de tê dîtin ku artêşa Tirk li hemberî gerîla bi taybetî bombeyên qedexe amade kiriye û çekên kîmyewî bi kar tîne.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên gerîlayan hatiye stendin, ev bombeyên qedexe, ne cureyekî nas ên bombeyên hazir in. Ev bombe ji çend maddeyan pêk tê, komplîke ne û ji bo ku bandora wan wekî ya taktîk nukleeran be, di debok û bermîlan de hatiye amadekirin.

Di dîmenan de tê dîtin ku ev teqemeniyên kîmyewî di nav debok û bermîlan de, bi şirîtan datînin ber devê tunelên şer.

Leşkerên Tirk ên ku bi şer nikarin bi pêş ve werin, di 11 û 12’ê Tebaxê de jî dema bombe datanîn ber devê çeperên şer û tunelan, dîmenên wan hatibû qeydkirin.

Di 16 û 17’ê Tebaxê de jî di deste leşkerên Tirk de xortimeke dirêj hebû û dimeşiyan. Hatibû hînbûn ji van xortimên dirêj ên heta ber çeperên şer hatine birin, piştre gazên kîmyewî hatine şandin. Di dîmenan de jî ev xortim bi zelalî tên dîtin.

Di 24’ê Tebaxê de û piştî wê artêşa Tirk berê van bombeyên şîddeta wê zêde teqandibû û piştre ji xortiman gaza kîmyewî şandibû û xwestibû gerîlayan qetil bike.

Artêşa Tirk sûcê şer jî dabû ber çavê xwe û ji ber ku nekarî li hemberî gerîla bi ser bikeve, li heman herêmê di 27’ê Tebaxê de hêzên PDK’ê ji bo artêşa Tirk dest bi çêkirina rê û çeperan kiribû.