YRK: Di êrişa li herêma Asosê de tu zirarek negihaştiye hêzên me

YRK’ê têkildarî êrişa 26’ê Îlonê ya li ser herêma Asosê daxuyaniyek da û diyar kir ku “Di van êrişan de tu zirarek negihîştiye hêzên me. Lê bax, baxçe û zeviyên gelê me yê welatparêz ziyan dîtine.”

YRK: Di êrişa li herêma Asosê de tu zirarek negihaştiye hêzên me
27 îlon, 2022   09:40
NAVENDA NÛÇEYAN 

Fermandariya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) der barê êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a 26’ê Îlonê ya li ser herêma Asosê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Wekî tevahî raya giştî dizane êrişên dagirkeriyê li ser Kurdistanê di mehên dawî de zêde bûne. Li beramberî dagirkeriya dewleta Tirk, gerîlayên Kurdistanê li Zap, Avaşîn û Metîna berxwedaniyeke mezin raber dikin û dagirkeriya Tirkiyê bê çare û lewaz xistiye. Ji ber van bêçaretiyên ku ketiyê navê, dagirkeriya Tirkiye êrişên xwe li ser çar parçeyên Kurdistanê dide meşandin. Li ser vî esasî hêzên me yên Rojhilatê Kurdistanê jî gelek car bi êrişên hewayî re rû bi rû hatiye.

Di 26.9.2022’yan de ji saet 10:00’an heta saet 17:00’an, 2 balafirên bê mirov li ser ezmanên bejahiya herêma Asosê geriyane. Di saetên piştî nîvro de seat 15:00 heta 16:00’an bê navber balafirên şer yên dagirkeriya dewleta Tirk herêma Asosê û bejahiya gundê Gelale 15 caran bombardûman kiriye. Di van êrişan de tu zirarek negihîştiye hêzên me. Encax bax, baxçe û zeviyên gelê me yê welatparêz ziyan dîtine.

Careke din di 16’ê vê mehê de gelê Rojhilatê Kurdistan û Îranê li beramberî dagirkeriya Îranê di nava Serhildanan de ne. Rêjîma Îranê di êrişên li ser Serhildanên gel de bi dehan kes şehîd xistine û êrişên xwe yên li ser hêz û tevgerên Rojhilat pêk tîne. Em wek hêzên Rojhilatê Kurdistanê serhildanên gelê xwe yên Rojhilat û Îranê mafdar dibînin; êrişên rêjîmê yên li ser sivîlan şermezar dikin. Her wiha êrişên bi vî rengî yên kujerî yên ku hêzên ewlekariyê pêk tînin, pêwîste bizanin di berjewendiyê wan de nîne û lazime van êrişan bidawî bikin û pêşiya mafê gelê ku demokrasiyê dixwaze vekin.

Di pêvajoyeke bi vî rengî de, êrişên dagirkeriya Tirk û Îranê di paralelî hev de pêkhatin, ji bo gelê me fikar û gumanan dide çêkirin. Li beramberî van êrişan raya giştî û gelê me pêwîst e di ferqa pêvajoyê de bin û hişyar tev bigerin."