​​​​​​​Li Derayê serokê şaredariyê hate kuştin

Li gel alozî û tevliheviya ewlehî li tevahî Derayê, çekdarên nenas serokê şaredariya bajarokê Misêfire yê li rojhilatê Derayê sûiqast kir, di heman demê de cenazeyê kesekî nenas li otostrada Dera-Şamê hate dîtin.

​​​​​​​Li Derayê serokê şaredariyê hate kuştin
27 îlon, 2022   09:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Naveda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), çekdarên nenas serokê şaredariya bajarokê Misêfire yê li rojhilatê Derayê kuşt.

Heman wextî, cenazeyê kesekî kuştî li otostrada Dera-Şamê hate dîtin, lê tu agahiyên li ser kesên ev kar kiriye nehat zanîn.

(fr)