​​​​​​​Jinên ji Zirganê piştgirî da jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê

Jinên li navçeya Zirganê ya kantona Hesekê li dijî qetilkirina Jîna Emînî çalakiyek li dar xist. Jinan piştgiriya xwe bi serhildana jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê re nîşan da.

​​​​​​​Jinên ji Zirganê piştgirî da jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê
26 îlon, 2022   12:44
HESEKÊ

Bi pêşengiya Kongra Star, jinên navçeya Zirganê ya herêmên nêzî eniyên şer ên bi dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê re li bakurê rojavayê kantona Hesekê, li dijî qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî çalakiyeke protestoyî li dar xist.

Beşdaran pankartên “Em hemû Jîna Emînî ne" û wêneyên wê tevî ala Kongra Star hilgirtin.

Di çalakiyê de endama Komîteya Parastina Jinan a Kongra Star a navçeyê Semah Hemadî axivî. Semah Hemadî sûcê hovane yê ku rayedarên dewleta Îranê li dijî Jîna Emînî pêk anî, şermezar kir û Jîna wek dengê jinên azad ên Îranê bi nav kir.

Semah Hemadî got: "Porê min û laşê min ne şerm in, lê kirinên we şermeke mezin in.  Jîna nemiriye, bi hezaran Jîna li pey xwe hiştin."

Çalakî bi şewitandina laçikan bi dawî bû.

ANHA