​​​​​​​Semra Guzel xistine hucreya yek kesî

Parlamentara HDP'ê ya Amedê Semra Guzel ku piştî parêzbendiya wê hatibû rakirin û demildest ji aliyê dewletê ve dîl hat girtin, 23 roj in di hucereya yekkesî de tê ragirtin.

​​​​​​​Semra Guzel xistine hucreya yek kesî
26 îlon, 2022   12:43
NAVENDA NÛÇEYAN 

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel piştî parêzbendiya wê hat rakirin di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de 2’ê Îlonê li Stenbolê hat destgîrkirin.

Semra ku bi êşkenceya polîsan hat destgîrkirin, 3’ê Îlonê hat girtin û sewqî Girtîgeha Silivriyê hate kirin.

Semra ji roja hati girtin û heta niha 23’ê roje di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Parezerê Semra Guzel, Veysî Eskî encex karî du roj beriya niha serdana wê bike.

Eskî ragihand ku Semra Guzel ji bo ku derbasî li gel girtiya jin a ji heman dozê tê darizandin bibe, 3 caran daxwazaname daye, lê heta niha bersiva wê nehatiya dayîn.

Parêzer Eskî anî ziman ku Semra ji ber tecrîdê zehmetiyên giran dikşîne, di hucreya wê de radyo û televîzyon tune ye û ragihand ku pirtûkên ku ji Semra re hatine şandin niha radestê wê kirine.