Çeteyan li Efrînê dermanfiroşek revand

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker piştî ku bi awayekî hovane lê dan, dermanfiroşek li navenda bajarê Efrînê yê dagirkirî revand.

Çeteyan li Efrînê dermanfiroşek revand
26 îlon, 2022   12:34
 ŞEHBA

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyan hatine bidestxistin, çeteyên ‘Cebhe Şamiyê’ li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê yê dagirkirî, bi ser mala dermanfiroş Mihemed Xelo (42) de girt. Çeteyan bi awayekî hovane lê dan û ew revand.

Çeteyan Mihemed Xelo bir cihekî nediyar.

(cx)

ANHA