Li Rojhilatê Kurdistanê serhildana gel berdewam e

Di saetên şevê de carek din li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê xwepêşandanan dest pê kirin.

Li Rojhilatê Kurdistanê serhildana gel berdewam e
25 îlon, 2022   20:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Nerazîbûn û xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di roja nehem de berdewam in. Di saetên şevê de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê li gelek navendan gel carek din daketin qadan û nerazîbûna xwe ya li dijî êriş û zilma rejima Îranê nîşan dan. Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê jî dengek zêde yê gulebaranê hat bihîstin.

Li gor zanyariyan li paytext Tehranê li du cihên cuda xwepêşandan dest pê kiriye. Li bajarê Şîraz jî bi dirûşmên “Jin jiyan azadî” xwepêşandanê dest pê kiriye.

Hêjayî bibîrxistinê ye bi rojane di saetên êvarê de xwepêşandan dest pê dikin ta derengiya şevê berdewam dikin.