​​​​​​​Jinên taxa Zorava kuştina Jîna Emînî şermezar kir

Jinên taxa Zorava ya paytexta Sûriyê Şam, kuştina ciwana Kurd Jîna Emînî ji aliyê desthilata Îranê ve şermezar kir û bang li civata navneteweyî kirin ku sûcên li dijî jinan rawestînin.

​​​​​​​Jinên taxa Zorava kuştina Jîna Emînî şermezar kir
25 îlon, 2022   20:06
ŞAM

Kongra Star li taxa Zorava ya paytexta Sûriyê Şam, ji bo şermezarkirina kuştina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî li Îranê, civînek li dar xist.

Di civînê de daxuyaniyek bi navê Kongra Star ji aliyê endama Koordînasyona Kongra Star, Newroz Xelîl ve hat xwendin.

Kongra Star di daxuyaniyê de sûcê ku desthilata Îranê li dijî jina ciwan a Kurd Jîna Emînî pêk aniye, şermezar kir.

Her wiha bang li civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kir ku binpêkirinên li dijî gelan û bi taybetî jinan li Îran û Rojhilata Navîn bi giştî, rawestînin.

Piştî xwendina daxuyaniyê û wek şermezarkirina kuştina Jîna Emînî jinan şerpên xwe şewitandin.

Civîn bi siloganên “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

(mh)