Li kampa Holê ala DAIŞ`ê dîsa hat dîtin

Piştî çend rojan ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bidawbûna qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovahî û Ewlehiyê li kampa Hol ragihand, aleke çeteyên DAIŞ`ê li kampê hat dîtin.

Li kampa Holê ala DAIŞ`ê dîsa hat dîtin
25 îlon, 2022   19:56
HESEKÊ

Di vîdyoyekê de diyar dibe ku di beşa 5`an a koçberên kampa Holê de, ala DAIŞ`ê li ser depoyeke avê hatiye hildan.

Li gorî agahiyan, jinên çeteyên DAIŞ`ê îro seat di 06:30`an de ala çeteyên DAIŞ`ê li ser depoyeke avê li beşa muhacîrat a kampa Holê hilda.

 Piştî çend rojan ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bidawbûna qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovahî û Ewlehiyê li kampa Hol ragihand ku di encamê de bi dehan çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin û cebilxane hatin desteserkirin, ev al hate dîtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêvberiya Xweser hişyarî ji xeteriya domdar a şaneyên DAIŞ`ê li kampa Holê da.

Aliyên peywendîdar a Rêvberiya Xweser bang li civata navneteweyî bi taybet dewletên ku hemwelatiyên wan di kampê de hene kir ku çareserî ji doza malbatên DAIŞ`ê yên di kampê de, were dîtin.

(dm)

ANHA