Li Dêrikê panelek li ser nasnameya nîştimanî ya komker û nenavendîbûn li Sûriyê

Beşdarên panela li Dêrikê hatiye lidarxistin, diyar kirin ku divê Sûriya pêşerojê, dewleteke demokratîk a pirreng û nenavendî be. Her wiha destnîşan kirin ku doza kurd li Sûriyê dozeke nîştimanî ye, çareserkirina wê yek ji erkên pêvajoya nîştimanî ya demokratîk e û nabe rewşa trajedîk a gelê Sûriyê bê çareserî bimîne.

Li Dêrikê panelek li ser nasnameya nîştimanî ya komker û nenavendîbûn li Sûriyê
24 îlon, 2022   16:11
 QAMIŞLO

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) têkildarî nasandina nasnameya nîştimanî ya komker, nenavendîbûn li Sûriyê, pêwîstiya çareseriya siyasî, panelek li seyrangeha Çarçêla ya li Dêrikê li dar xist. Rewşenbîr, rûspî, hêzên siyasî, kesayetên serbixwe, şepêl, nûnerên civaka sivîl û pêkhateyên navçeyê di panelê de beşdar bûn.

Di panelê de, her du mijarên wê; nasnameya nîştimanî ya komker, nenavendîbûn û asoyên çareseriya sûrî hatin nîqaşkirin.

/ar/uploads/files/2022/09/24/152112_2022-09-24-drk-komcivina-msd-li-derike-e280ab2814029541929e280ac-e280abe280ac.webp

Beşdaran destnîşan kir ku MSD û Komîteya Amadekar a Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk ji lidarxistina panel û hevdîtinan armanc dikin aloziya Sûriyê çareser bikin.

Her wiha têgeha nasnameya nîştimanî ya sûrî ya komker nîqaş kirin ku bi rêya çareyeke realist çareser bibe beyî ku ev nasname bi nasnameyên xwecih re bi nakok be.

Beşdaran gelek cureyên nasnameyê gotubêj kirin û gotin aloziya Sûriyê bi rêya projeyeke nîştimanî ya sûrî ku ziman, çandan dabîn dike û dê bibe tovika avakirina Sûriya pêşrojê, çareser dibe.

Beşdarên panelê, teqezî bi pêwîstiya demokratîbûn, pirrengîbûn û nenavendîbûna Sûriyê kir.

Beşdaran diyar kirin ku Rêveberiya Xweser modelekê hêjeyî nirxandin, pêşxistin û sûdwergirtinê ye û got her yek dikare teşeyeke nenavendîbûnê li gorî xweseriya her herêmekê û erdnîgariya wê bipejrîne.

Der barê panelê de hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a MSD`ê ya herêma Cizîrê Hisên Ezam ji ajansa me re axivî û got: “Em ji lidarxistina mîna van panelan armanc dikin ku nasnameya komker bidin nasandin nexasim li gel tunebûna nasnameya rastîn a Sûriyê bi dirêjahiya serdeman.”

Ezam wiha pê de çû: “Rêveberiya Xweser ne tenê li herêmê lê belê li ser asta Sûriyê û cîhanê xwe îsbat kir. Em bang li hikumeteke nenavendî dikin ku hemû sûrî wê erê dikin.”

ANHA