Partiya Sûriya Pêşerojê girêdayî geşedanên siyasî panelek li Minbicê li dar xist

Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Minbicê ji bo şîrovekirina geşedanên siyasî yên li qada Sûriyê û şerên li dijî gelên herêmê, panelek li Minbicê li dar xist.

Partiya Sûriya Pêşerojê girêdayî geşedanên siyasî panelek li Minbicê li dar xist
24 îlon, 2022   15:46
MINBIC

Endamên saziyên sivîl ên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, nûnerên partiyan, rûspiyên herêmê tev li panelê bûn ku li hola Navenda Çand û Hunerê ya bajêr, li dar ketiye.

/ar/uploads/files/2022/09/24/151920_sham-dawwd-e280ab28129e280ac-e280abe280ac.webp

Di panelê de sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd axivî û rewşa siyasî nirxand û şîrove kir.

Sîham Dawûd diyar kir ku Erdogan hewl dide di sala 2023`yan de gelek destkeftiyan bi dest bixe û got: “Lê nîşaneyên li ser erdê diyar dikin ku 2023`ê dawiya AKP`ê ye. Bi taybet ji ber rewşa aborî ya li welêt û kêmbûna alîgirên hikumeta Erdogan.”

Sîham Dawûd daxuyand ku Erdogan dixwaze gelê Tirk bixapîne ku dikare her du pirsgirêkan çareser bike ya yekê penaberan û ya din lihevhatina bi hikumeta Şamê re. Her wiha bi bîr xist ku şertên hikumeta Şamê diyar in ew jî derketina Tirkiyê ji Sûriyê û rawestandina piştgiriya terorê ye.

Di dawiyê de Sîham Dawûd got: “Hikumeta Erdogan jî şert danîn, jê ya herî girîng dijminatiya QSD û Rêveberiya Xweser. Heke lihevkirina Edene were vejandin jî lê her du jî hikumeta Şamê û Erdogan nikarin li ser van şertan li hev bikin.”

/ar/uploads/files/2022/09/24/151905_mwfq-alahmd.webp

Serokê Nivîsgeha Ragihandinê ya partiyê Miwefeq El Ehmed behsa cureyên şer û bandorên wan li ser gelan kir û got: “Li dijî herêmê bi taybet li ser sînor, şerekî derûnî  û çapemenî tê meşandin. Gelek şer li herêmê diqewimin, nexasim li herêmên Til Rifet û Minbicê.”

El Ehmed diyar kir ku şerê derûnî yê li dijî herêmê, parçekirina civakê armanc dike da ku bi hêsanî were kontorlkirin û ev li gotinên xwe zêde kir: “Ew hewl didin me bikin kole û vîna me kontrol bikin. Ji bo em bibin dijminê hev, fitne û derewan belav dikin.”

El Ehmed gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Encamên van hewldanan li ser gelên me yên li herêmê û bi taybet li Minbicê ne nû ne, lê belê plankirî ne û jê armanc heye ku civak parçe bibe û dûrî exlaqê bimîne.”

(dm)

ANHA