Li Kobanê 2 şehîd hatin oxirkirin

Bi sedan şêniyên herêma Firatê cenazeyên şehîd Sînan Elî û şehîd Osman Mehmûd li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê spartin axê.

Li Kobanê 2 şehîd hatin oxirkirin
24 îlon, 2022   12:05
KOBANÊ

Bi beşdarbûna bi sedan şêniyên herêma Firatê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Sînan Mihemed Elî ku 21’ê Îlonê dema erka xwe ya parastinê pêk dianî, gihaşt asta şehadetê û şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Osman Mehmûd li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê hatin veşartin.

Merasîmê bi axaftina hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn dest pê kir.

Şahîn rola şehîdan di parastina ewlehî û îstîqrara herêmê de destnîşan kir û got: "Astengiya li pêş me, dewletên despot nahêlin em li vî welatî bi ewle bijîn. Li beramber wê jî zarokên me ji komkujiyên li dijî gelê me ne razî ne. Ew di oxira parastin û ewlehiya me de canê xwe didin."

Şahîn wiha domand: "Her kes li vê herêmê li gorî hêza xwe tê dikoşe, ji ber şoreşa me vê yekê dixwaze. Me qeydên li dijî xwe şikandin. Gel jî got an jiyana birûmet an şehadet.”

Endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê Mihemed Ezîz Hemade jî wiha got: "Em serê xwe ji kesî re natewînin û em ê her serbilind in. Em kesên bi çavê dijminatiyê li me dinêre, jê re dibêjin em ê li ser rêça şehîdan bin."

Li dawiyê wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê radestî malbatên wan kirin.

Cenazeyên her du şehîdan li Goristana Şehîd Dîcle hatin veşartin.

(fr)

ANHA