Li Şehbayê Mîhrîcana Zarokan a 3'emîn hat lidarxistin

Di bin dirûşmeya "Azadî ji zarokatiyê dest pê dike, Bi rihê zarokatiyê em ê Rêber Apo azad bikin", îro Tevgera Hîlala  Zêrîn a herêma Efrînê Mîhrîcana  Zarokan a 3'emîn li Hola Mîtan a navçeya Ehdas a kantona Şehbayê li dar xist.

Li Şehbayê Mîhrîcana Zarokan a 3'emîn hat lidarxistin
Li Şehbayê Mîhrîcana Zarokan a 3'emîn hat lidarxistin
Li Şehbayê Mîhrîcana Zarokan a 3'emîn hat lidarxistin
Li Şehbayê Mîhrîcana Zarokan a 3'emîn hat lidarxistin
Li Şehbayê Mîhrîcana Zarokan a 3'emîn hat lidarxistin
Li Şehbayê Mîhrîcana Zarokan a 3'emîn hat lidarxistin
24 îlon, 2022   12:28
ŞEHBA

Îro bi sedan zarokên kantonên Efrîn û Şehbayê ji bo ku beşdarî 3'emîn Mîhrîcana Zarokan bibin li Hola Mîtan a li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê kom bûn. Mîhrîcan beriya du mehan ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn a kantona Efrînê ve bi dirûşmeya "Azadî ji zarokatiyê dest pê dike, bi rihê zarokatiyê em ê Rêber Apo azad bikin" tê amadekirin.

Di mîhrîcanê de hevseroka Meclisa Rêveber a herêma Efrînê Şîraz Hemo axivî. Şîraz Hemo mîhrîcan li zarokan pîroz kir û wiha got: "Em di vê kombûnê de hewla avakirina pêşerojeke azad  ji bo van zarokan dibînin. Pêşeroja ku dijmin bi moşekên xwe hewl dide tune bike, em bi çand û hunerê ava dikin."

Şîraz Hemo êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê û hedefgirtina zarokan şermezar kir û wiha domand: “Em şehîdên komkujiyên li navçeya Til Rifetê li dijî zarokan pêk hatine, bi bîr tînin. Dijmin bi rêya zarokan pêşeroja civakê dike hedef."

Piştre pêşandanên hunerî bi beşdariya 13 komên govend û stranan ên zarokên kantonên Efrîn û Şehbayê ku ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn ve hatibûn amadekirin û perwerdekirin, dest pê kir.

Di mîhrîcanê de pêşbirkên çandî û giştî yên der barê Efrîn û Şehbayê de jî hatin lidarxistin.

Mîhrîcan bi dirûşmeyên silavkirina berxwedanê û dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(hs)

ANHA