​​​​​​​Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji bo serhildana li Îranê banga çalakiyên lezgîn kir

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir ku çalakî û xwepêşandanên azadiyê yên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê li hemberî rastiya tundiya rejîma Îranê didomin, divê civaka navneteweyî li dijî vê yekê rawestin.

​​​​​​​Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji bo serhildana li Îranê banga çalakiyên lezgîn kir
24 îlon, 2022   10:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî daxuyaniyek der barê xwepêşandanên girseyî yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dijî qetilkirina keça Kurd Jîna Emînî de belav kir.

Di daxuyaniyê hat destnîşakirin ku îradeya mezin a xwepêşanderan a li beramberî tundî û qetilkirinê yên hêzên Îranê li dijî xwepêşanderan, qetilkirin û zextên ku tê kirin meznahiya hêrsa gel raxistiye ber çavan.

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku heta niha 4 jê zarok 30 kes hatine qetilkirin û hat ragihandin: “Li cihên ku xwepêşandan lê heyî internet hatiye qut kirin, di vê demê de metirsiya zêdetir xwîn rijanê heye. Lewma divê di çarçoveya gerdûnî de dest bi çalakiyan were kirin.”

Hêjaya gotinê ye ku nêzîkatiyên saziyên Neteweyên Yekbûyî yên der barê qetilkirina Jîna Emînî û tundiya hêzên Îranê yên li hemberî xwepêşanderan, tenê di çarçoveya daxuyaniyan de mane û ji bo hesabxwestina ji rejîma Îranê tu gavên pratîkî an jî tedbîrên cezayê nehatine girtin.