​​​​​​​Di dema pêşandana fîlma ‘Kobanê’ de serhildana li Rojhilat hat silavkirin

Pêşandana fîlma ‘Kobanê’ di roja 5ʹan de li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê dewam dike. Komîna Fîlm a Rojava serhildana li Rojhilatê Kurdistanê silav kir û got sembola serhildanê Jîna Emînî ye.

​​​​​​​Di dema pêşandana fîlma ‘Kobanê’ de serhildana li Rojhilat hat silavkirin
24 îlon, 2022   11:47
KOBANÊ

Bi hezaran şêniyên kantona Kobanê fîlma ‘Kobanê’ temaşe dikin ku ev 5 roj e li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê tê pêşandan. Fîlma Kobanê ji aliyê Komîna Fîlm a Rojava û Tevgera Çand û Hunerê ve hatiye çêkirin.

Li hola pêşandana fîlm wêneyên Jîna Emînî hatine daliqandin.

Cîgirê derhênerê fîlmê Diyar Hiso ji ajansa me re axivî û diyar kir ku Komîna Fîlm a Rojava piştgiriyê dide serhildana gel a li Rojhilatê Kurdistanê ya bi pêşengiya jinên Kurd. Her wiha îşaret pê kir ku di şerê li Kobanê yê li dijî DAIŞʹê de ku mijara fîlm e, gelek Kurdên ji Rojhilat beşdar bûn û gelek ji wan di oxira rizgarkirina Kobanê de şehîd bûn.

Diyar Hiso anî ziman ku piştgiriya berxwedana li Rojhilat erkekî neteweyî û exlaqî ye.

Fîlma Kobanê balê dikişîne ser berxwedana Kobanê ya salên 2014 û 2015ʹan a li hemberî çeteyên DAIŞʹê. Derhêneriya fîlmê Ozlem Yaşar kiriye, xwe dispêre romana nivîskar Medya Doz.

Fîlm 20’ê Îlonê cara yekemîn li salona Navenda Baqî Xido hate pêşandan. Dihat payîn ku heta 26ʹê Îlonê hatiba pêşandan. Lê Komîna Fîlm a Rojava ji ANHAʹyê re diyar kir ku roja şemiyê (îro) dê fîlm 3 caran li pey hev were pêşandan. Lê ji ber rewşa ewlehiyê dê îro êvarî bi dawî bibe.

ANHA