​​​​​​​Rojnameyên erebî: Serhildana jinên Kurd mezin dibe

Rojnameyên erebî behsa hevdîtinên li New Yorkê li ser Sûriyê, berdewama krîza siyasî ya Iraqê û xwepêşandanên li Îranê kir

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Serhildana jinên Kurd mezin dibe
24 îlon, 2022   07:29
NAVENDA NÛÇEYAN

‛LI NEW YORKÊ TÊKILDARÎ SÛRIYÊ TEVGERÊN DÎPLOMATÎK Û HEVDÎTIN’

Der barê rewşa Sûriyê de rojnameya El Beyan wiha nivîsand: "Di demekê de ku wezîrê karên derve yê Urdinê Eymen El Sefedî bi wezîrê karên derve yê Sûriyê Feysel El Miqdad re li New Yorê têkiliyên dualî, doza vegera penaberan û gelek dozên din nîqaş dikin, hemwextî wê hevdîtin di navbera wezîrên karên derve yên Îranê, dewleta Tirk û Rûsyayê de li ser vegerandina têkiliyên di navbera Enqere û Şamê de pêk tên.

Hevdîtina sûrî-urdinî parçeyek ji hevdîtinên ku wezîrê karên derve yê Sûriyê Feysel El Miqdad di xebatên komeleya giştî ya li New Yorkê de nîqaş kirin. Li gel wê jî gelek dewlet ji bo vegerandina têkiliyên beriya 2011’an berê xwe didin Şamê. Li gorî çavkaniyan, wezîrê sûrî dê bi gelek wezîrên Ereb re li NY’yê û dîplomatan re bicive.

Rojnameyê destnîşan kir ku li New Yorkê civînek di navbera wezîrên karên derve yên Rûsyayê, Îranê û dewleta Tirk li ser şopandina biryarên Tehranê yên berê hate lidarxistin. Ew civîn piştî dewreya 77’an a Lijneya Giştî ya NY’yê hate lidarxistin. Ew yek destnîşan dike ku ji bo tedbîrên xebatê bi hikumeta Şamê re, bi taybet ji aliyê dewleta Tirk ve, pêk hat."

‛NÛRÎ MALIKÎ RÊ LI PÊŞ HEWLDANÊN PÊKANÎNA HILBIJARTINÊN PÊŞWEXT DIGIRE’

Li ser rewşa Iraqê, rojnameya El Ereb ev tişt nivîsî: "Li ser însiyatîfa lidarxistina hevdîtinekê di navbera nûnerên Çarçoveya Hemahengiyê, PDK’ê, Hevpeymana Serweriya Sunnî û serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr de ya ji bo lihevkirinekê li ser merheleya demkî ya lidarxistina hilbijartinên pêşwext gurbûna siyasî ya li Iraqê bi paş ket.

Aliyên siyasî yên iraqî da zanîn ku koma bi serkêşiya serokê Hevbendiya Dewleta Yasa, serokwezîrê berê Nûrî Malikî bi rê ve dibe di astengkirina kedên lidarxistina ev civîna çaralî ku diviyabû li herêma Henane ya parêzgeha Necefê ya başûrê welat li dar biketa, bi ser ket.

Aliyên siyasî diyar kir ku Malikî pêkanîna hilbijartinên pêşwext bi tundî red dike, ji ber ku ditirse zirareke mezin bidiyê û ji xeleka hevsengiya Iraqê derkeve.

Malikî bi tundî qebûlkirina jinûve lêvegera li ser namzetê Mihemed Şiya Sûdanî ji ber erka serokwezîrtiyê red dike, di wê yekê de serokê Esaib Ehlulheq Qeys El Xezelî û serokê Şepêla Hikme Emar El Hekîmê destekê didiyê."

‛SERHILDANA JINÊN ÎRANÎ MEZIN DIBE Û REJÎM SEWQIYATÊN XWE ZÊDE DIKE’

Têkildarî rojeva Îranê rojnameya Şerq El Ewest wiha nivîsî: "Li Îranê li dijî wefata jina bi navê Mehsa Emînî “serhildana jinan" di hefteya duyemîn de zêde dibin. Li beramber wê jî desthilatdarên Îranê berê xwe da bikaranîna belgeya xwepêşandanên dijber û alîgirên xwe duh li gelek bajarên Îranê tevî ewlehiya tund daxistin qadan.

Polîsan gaza rondikrêj û gule, da ku xwepêşandêr zêde nebin, bi kar anîn, hin xwepêşandêran jî wêneyê murşid Elî Xamaneyî li ber dirûşmên "bimire dîktator" şewitandin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê duh da zanîn ku herî kêm 50 kes di hemleya hêzên ewlehiyê yên Îranê ya ji bo çewisandina xwepêşandanan de hatine kuştin. Ajansa Ruetersê jî li ser zimanê dezgehên çapemeniyê yên Îranê da zanîn ku roja pêncşemê hêzên ewlehiyê 288 kesên "tevlihevî çêdikirin" girtin.

Ragihandina hikumeta ya Îranê duh girîngî da şopandina xwepêşandanên dijber, li gel wê jî desthilatdaran înternet li piranî parêzgehan qut kir da ku xwepêşandanan sînordar bike û nûçeyên girêdayî xwepêşanandan neyên belavkirin. Di şopandina zindî ya kanala fermî ya hikumetê de eşkere dibe ku kesên beşdarî xwepêşandanan bûne xwepêşandêrên li dijî hikumeta şermezar dikin bi "leşkerên Îsraîlê" wesif dikin.

Artêşa Îranê da zanîn ev karên bedbîn parçeyekî stratejiya qirêjî ya dijmin e û ji bo lawazkirina sîstemê ye.

Wezîrê turîzmê Izetullah Dirxamî bang kir ku ji nû ve li qanûnên neaktîf vegerin û diyar kir ku lêvekirina wan qanûnan sîstemê hilnaweşîne.

Her wiha Wezareta Xezîneyê ya Amerîka perspektîf da ku xizmetên înternetê yên ji bo îraniyan werin firehkirin û soz da ku destekeke zêde ji bo bikaranîna înternetê bi awayekî azad li Îranê pêk bînin."

(fr)