Gerîla TV dîmenên çalakiyeke gerîlayên YJA Starê weşandin

Gerîla TV dîmenên çalakiyeke gerîlayên YJA Starê ya 29’ê Tebaxê weşandin. Di çalakiyê de leşkerek hatibû kuştin.

Gerîla TV dîmenên çalakiyeke gerîlayên YJA Starê weşandin
24 îlon, 2022   08:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyê daxuyandibû ku “29’ê Tebaxê saet di 16:10’an de tîmên me yên YJA Starê bi taktîkeke sûîqestê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî daye û dagirkerek hatiye cezakirin.”