​​​​​​​YBŞ: Ti zirarek ne gihîştiye hevrêyên me

​​​​​​​Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YBŞ’ê bi daxuyaniyekî ragihand di êrişa balafira bêmirov û biçek a artêşa Tirk a li ser bajaroka Til Izêrê de ti zirerek negihîştiye hêzên wan û ji civaka êzidî xwest li dijî êrişên dewleta Tirk ên bihevkariya PDK’ê nerazîbûn nîşan bidin.

​​​​​​​YBŞ: Ti zirarek ne gihîştiye hevrêyên me
23 îlon, 2022   15:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) têkildarî êrişa îro ya dewleta Tirk ya hewayî ya li dijî bajaroka Til Izêr ya ser bi Şengalê daxuyaniyekî nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate eşkerekirin ku di êrîşê de zirer negihîştiye hêzên wan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YBŞ’ê diyar kir  îro di navbera  saet 15.30’an de balafireke bê mirov a bi çek ya dewleta dagirker a Tirk êriş biriye li ser nahiye Til Izêr ya girêdayî Şengalê û ev zanyarî hate parvekirin: “Di encama vê êrişê de ti zirar negihiştiyê hewreyên me.”

Di dewama daxuyaniya YBŞ’ê hate gotin, Til Izêr di dema êrişên DAIŞ’ê de jî bûye hedefeke sereke û wiha hate gotin: “Li vir bi dehan şehadet û birîndarî çêbûn. Lê dîsa jî gelê me di berxwedaniya xwe de ti cara tawîz neda. Ji ber vê yekê dewleta dagirker a Tirk xwest ev rihê berxwedaniyê têk bibe, bi van êrişên hewayî deskeftiyên gelê me bin bixe. Di pêvajoyek wiha de gelê me yên ku koçber bûne û li derve jiyan dikin, dixwazin vegerin li ser xaka xwe ya pîroz. Ji ber vê bûyerek bi vî rengî armanca dewleta dagirker a Tirk û hevkariya PDK’ê nîşan dide. Gelê me yê ku bi fermanan re rû bi rû maye lê ti carî axa xwe bernedane her tim bi van êrîşan re hatiye hedef girtin. Ev êrişên dijmin him bi şerê taybet him jî bi şerê qirkirinê fîzîkî tunekirina gelê me ferz dike. Çawa ku li hemberî fermanan gelê me yê Êzidî xwe parast û nehişt çeteyên DAIŞ’ê li ser Şengalê xwe hikûm bike, niha jî li hemberî dagirkeriya Tik û hevkariya PDK’ê ya pêre têdikoşe.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YBŞ’ê banga di derketina li polîtîkayên dewleta Tirk ên dagirkeriyê kir û wiha hate gotin: “Em li vir car din bang li gelê me dikin ku li hemberî her cûre êrîşên dijmin bertekê xwe nîşan bidin û rê nedin ku dagirkerî li ser van axên pîroz xwe serwer bike. Ji bo wî divê gelê me yê Êzidî di serî de li hember van êrişan rabin ser piyan û dijî van polîtîkayên qirêj bisekinin.”