HRE: Li heremên Şera, Şêrawa û Ezazê 9 leşker û 4 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê li Şera, Şêrawa û Ezazê li dijî dagirker û çeteyan çalakî li dar xistin û 9 leşkerên Tirk û 4 çete hatin kuştin, her wiha 7 leşker û 5 çete jî birîndar bûn.

HRE: Li heremên Şera, Şêrawa û Ezazê 9 leşker û 4 çete hatin kuştin
23 îlon, 2022   08:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) da zanîn ku di navbera 15 û 20’ê Îlonê de li heremên Şera, Şêrawa û Ezazê gelek çalakî li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dar xistine.

Di daxuyaniya HRE’yê de ev agahî hatin parvekirin:   

“Ji bo bersivdayîna êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku her roj zêdetir dibin, di navbera rojên 15 û 20’ê Îlonê de ji aliyê hêzên me ve li heremên Şera, Şêrawa û Ezazê çalakî hatin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de;

Di 15’ê Îlonê de, li xeta gundê Meryemînê ya navçeya Şera baregehek artêşa Tirk a dagirker hat hedefkirin. Di encama vê çalakiyê de 4 leşkerên dagirker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn. Di vê çalakiyê de her wiha seyareyek zirxî hat derbkirin.

Di roja 19’ê Îlonê de, li nêzî gundê Basufanê yê navçeya Şêrawa, baregeheke artêşa Tirk a dagirker hat hedefkirin. Di encama vê çalakiyê de 2 leşkerên dagirker hatin kuştin.

Di roja 20’ê Îlonê de, di encama çalakiya ku li hember baregeha artêşa Tirk a dagirker a gundê Kil Cibrînê yê bajarokê Ezazê hat lidarxistin, 3 leşkerên dagirker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn.

Di heman rojê de li hember çeteyên dagirker çalakiyek din li derdora gundê Gobelê yê bajarê Efrînê hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de jî 4 çeteyên dagirker hatin kuştin, 5 çete jî birîndar bûn.

Di encama van çalakiyan de bi giştî 9 leşker û 4 çete hatin kuştin, 7 leşker û 5 çete jî birîndar bûn.