​​​​​​​Dewleta Tirk rih dide DAIŞʹê

Çalakvanên sûrî ji ber metirsiya avabûneke nifşekî nû li kampa Holê ku bibe alava pêkanîna çalakiyên terorîstî di pêşerojê de, hişyarî da û got civata navneteweyî zextê li dewletan nake ku çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan vegerînin.

​​​​​​​Dewleta Tirk rih dide DAIŞʹê
23 îlon, 2022   01:45
NAVENDA NÛÇEYAN –EHMED SEMÎR

Tevî tunekirina hebûna leşkerî ya çeteyên DAIŞʹê ji aliyê QSDʹê ve li baregeha wan a dawîn li Baxozê, lê tevgera şaneyên wê yên veşartî dewam dikin ku piştî gefên dewleta Tirk a dagirker ên dagirkirina herêmê zêdetir bûne.

Herêmên bakurê Sûriyê yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, ji şane û serçeteyên DAIŞʹê re bûne cihên ewle. Şaneyên DAIŞʹê li wan herêman plana pêkanîna êrişan li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê datînin.

20ʹê Çileya 2022ʹyan, şaneyên çeteyên DAIŞʹê êriş birin ser girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê da ku 5 hezar çeteyên xwe ji girtîgehê birevînin.

QSDʹê plana êrişê eşkere kir û ragihand ku plana pêkanîna êrişê li herêmên dagirkirî hatin danîn ku armanc dikirin Hesekê, piştre Holê dagir bikin.

Gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dagirkirina herêmê nefesek da çeteyan ku sûdê ji vê rewşê digirin da ku êrişên ji berê xurttir pêk bînin.

Kampa Holê kampa herî xetere li cîhanê ye ku jin û zarokên DAIŞʹî dihewîne. Jinên DAIŞʹî zarokan li ser fikrên tundraw perwerde dikin, di heman demê de kesên ku li dijî fikrên wan derdikevin, qetil dikin. Li ser vê yekê QSDʹê hişyarî da ku nifşekî tundraw li kampê tê avakirin.

Ji destpêka îsal ve, şaneyên DAIŞʹê 44 kes, di nav de 14 jin û 2 zarok, li kampê bi alavên tûj û rêbazên cuda qetil kirin.

Ji bo rêgirtina li ber zêdegaviyên çeteyên DAIŞʹê li kampê û bidawîkirina sûcên wan ên li dijî niştecihên kampê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi desteka QSD, YPG û YPJʹê qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ragihandibû.

Pêngavê 3 hefteyan dewam kir. Di encamê de gelek çek, tunel, sembol û pereyên DAIŞ’ê, cilekî leşkerî yê dewleta Tirk dîtin. Her wiha belgeyên ku têkiliyên xurt ên di navbera dewleta Tirk û çeteyên DAIŞʹê de piştrast dikin, hatin dîtin.

Li gel xetereya avakirina nişfekî tundrawtir li kampê, civata navneteweyî û hikumetên dewletan bi xemserî nêzîk dibin û çavên xwe li çeteyên DAIŞ û malbatên wan vegerînin welatên wan girtine. Her wiha dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina wan ava nakin.

Piştî ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêngav bi dawî kir, xetereya DAIŞʹê dîsa vegeriya. Roja 21ʹê vê Îlonê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn planeke mezin a şaneyên DAIŞʹê têk bir. Şaneyan xwest bi 2 erebeyên bombebarkirî êrişî kampê bikin. Hêzên ewlekariyê li gundê Um Fikêk kemîn ji şaneyê re danî û ew zeft kir. Di şerê li hemberî şaneyê de 3 çete hatin kuştin û yek jî hat girtin.

Şaneyên DAIŞʹê qada dagirkeriya xwe li Sûriyê berfireh dike, li çolistana Sûriyê belav dibin, spartgeh û navendên perwerdeyê yên biçûk ava kirin ku ji wir hêzên hikumeta Şamê dikin hedef.

ʹGEFÊN DEWLETA TIRK RIH DIDIN DAIŞʹÊ’

Girêdayî mijarê rojnamevan û çalakvanê siyasî Diyaa Temir diyar kir ku piştî têkbirina DAIŞʹê, çalakiyên wê veguherîn şane û êrişên ferdî û teqînan û got, ev êriş bandorekê li istiqrara herêmê dike û li pêşiya aramiya wê û jiyana niştecihên ewle dibin asteng, her wiha gefa vegera DAIŞʹê dixwe.

Diyaa Temir bal kişand ser êrişa li ser girtîgeha Sînaayê û got heke DAIŞ di revandina çeteyên li gel QSDʹê de bi ser bikeve, dê rewşeke xetere biafirîne ku wê bandora wê sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbas bike û dê bandor û encamên wê bigihêjin herêmên derdorê û yên navneteweyî.

Temir îşaret bi gef û êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê kir û wiha pê de çû: "Gef û êrişên Tirkiyê rihekî didin rêxistina DAIŞʹê ku careke din vegere. Me û civata navneteweyî dît çawa bi êriş û gefên Tirkiyê re çalakiyên şaneyên DAIŞʹê derdikevin ku hewl didin careke din vegerîne. Mînaka vê yekê êrişa berî çend mehan a li ser girtîgeha Hesekê bû, anku tevliheviya li kampa Holê û êrişên li ser herêmên gundewarên Dêrazor, Reqa û herêmên din e."

Temir anî ziman ku bêyî gihaştina nêrîneke sûrî ya nîştimanî şaneyên DAIŞʹê bi temamî bi dawî nabin û got: "Bêyî gihaştina nêrîneke sûrî ya nîştimanî û bêyî yekitiya hêzên li ser erdê li hemberî xetereya rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst û rêxistinên din ên li herêmên din, şaneyên DAIŞ’ê bi temamî bi dawî nabin. Mînak li bakurê Sûriyê rêxistinên girêdayî El Qaîde wekî Heyet Tehrîr Şam a terorîst, rêxistina Huras El Dîn û rêxistinên din hene ku hawirdor, îdeolojiya wan a terorîst a sûcdar heman a rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst e."

ʹXWEDIYÊN FIKRÊN DAIŞ’Ê DIKARIN BIBIN AMÛRÊN PÊKANÎNA PLANÊN WAN ÊN TERORÎʹ

Der barê xetereya şaneyên DAIŞʹê ya vê dawiyê li Holê de, Temir da zanîn ku xetere bi avabûna nifşekî nû mezintir dibe ku QSDʹê li ser vê yekê hişyarî dabû û wiha dewam kir: "Heke têgihiştinek di pêşerojê de li ser asta xwecihî, herêmî û navneteweyî tune be ku DAIŞ li welatên wan neyên vegerandin û ji nû ve neyên perwerdekirin û tev li civakê neyên kirin, dibe ew kesên ku fikrê DAIŞʹê hilgirtine, bibin alavek ji bo pêkanîna planên wan ên terorî di pêşerojê de."

Têkildarî çareserkirina pirsgirêka kampa Holê Diyaa Temir got: "An divê li dewletên wan vegerînin û ji nû ve tev li civakên wan bikin û li ser kirinên wan hesab ji wan bixwazin, an jî dadgeheke navneteweyî taybet bi darizandina wan li vê herêmê were avakirin û li ser sûcên ku kirine bi delîl û şahidan werin darizandin."

Rojnamevan û çalakvanê siyasî Diyaa Temir li ser sedemên ku dewlet welatiyên xwe yên di nava DAIŞʹê de venagerînin jî got: "Sedem gelek in. Yek girêdayî kar û barên hundirîn ên wan dewletan, hin tevgerên li wan welatan hene qebûl nakin ku kesên ʹterorîstʹ û malbatên wan vegerin, ji ber ku ji xetereya wan di pêşerojê de ditirsin. Ji ber ku bi fikrên DAIŞʹê bi bandor in û xwedî lê derketine."

ʹDEWLETA TIRK DIJMINEKE DÎROKÎ YEʹ

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Civakî Nîdal Fendî jî da zanîn ku DAIŞ çavkaniya alozî û êrişên li ser xaka Sûriyê bû û bi saya QSDʹê herêm ji DAIŞʹê hat rizgarkirin.

Têkildarî têkiliyên dewleta Tirk bi DAIŞʹê re, Fendî wiha got: "Dewleta Tirk dijminê dîrokî ye, ji hezarên salan ve dijminahî, kuştin û komkujî li dijî gelê Sûriyê pêk anîne. Rojekê jî ji bilî dewleteke dijminane û dagirker Tirkiyê nebûye tiştekî din. Ji ber vê yekê divê bi hemû îmkanan li hemberê wê were sekinandin."

ʹDIVÊ DAGIRKERIYA TIRK WERE QEWITANDINʹ

Nîdal Fendî îşaret pê kir ku QSDʹê li dijî hêzên Tirkiyê têkoşîn ragihand, divê hemû welatparêzên Sûriyê, hêzên nîştimanî yên pêşverû yên Sûriyê bi MSDʹê re hevkar û hevgirtî bin da ku dagirkeriya Tirk were qewitandin.

Fendî anî ziman ku Tirkiyê û DAIŞʹê rûyê yek diravî ne û got: "Tirkiyê destekê dide DAIŞʹê û DAIŞ bi pişka Tirkiyê nefesê dike. Ne ji piştgiriya Tirkiyê be DAIŞ tûnebûya."

Fendî destnîşan kir ku sûrî bi hevgirtina bi QSDʹê re dikarin li hemberî zêdegaviyên DAIŞʹê bisekinin wan biqewitînin.

ʹBERIYA KU GEFAN LI EWLEHIYA WELAT BIXWIN, DIVÊ EV NIFIŞ WERE RIZGARKIRINʹ

Nîdan Fendî di dewama axaftina xwe de bal kişand ser perwerdekirina zarokên li kampa Holê li ser fikrên tundraw û got: "Ev nifş ji aliyê DAIŞ, Tirkiyê û hêzên din ên tarî ve tê xirabkirin. Ji ber vê yekê divê hemû kesên welatparêz û pêşverû bi cidiyet kar bikin û vî nifşî rizgar bikin beriya ku gefan di pêşerojê de li silametiya welat bixwin."

ʹBIDAWÎBÛNA ALOZIYA SÛRIYÊ GIRÊDAYÎ TUNEKIRINA DAIŞʹÊ YEʹ

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Civakî Nîdal Fendî anî ziman ku bidawîbûna aloziya Sûriyê bi bidawîkirina çeteyên DAIŞʹê û çeteyên dîtir ve girdêdayî ye û wiha dawî li axafina xwe anî: "Ev yek ne bi kongreyeke diyalogan a nîştmanî ku hemû sûrî tê de amade bin, ne pêkan e. Divê li hev kom bibin, nîqaş bikin, aloziya Sûriyê bi rengekî durist wesif bikin û li ser şeklê dawî yê bidawîkirina aloziya Sûriyê li hev bikin."

ANHA