​​​​​​​Parêzer Menal Macid: Rejîma Tirk bi zextên xwe nikare fikrên Ocalan sînordar bike

Parêzer Menal Macid diyar kir ku berdewama ferzkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û pêkneanîna mafê hêviyê li dijî qanûnên mirovî û pîvanên navneteweyî ye, her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk bi zextên xwe nikare fikrên rêber Ocalan sînordar bike.

​​​​​​​Parêzer Menal Macid: Rejîma Tirk bi zextên xwe nikare fikrên Ocalan sînordar bike
22 îlon, 2022   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN – YEHYA EL- HEBÎB

Rêber Abdullah Ocalan 15ʹê Sibata 1999ʹan bi komployeke navneteweyî hate girtin û radestî rejîma Tirk hat kirin û di girtîgeha Îmraliyê de di nava tecrîdeke giran de ragirtî ye. Her wiha rê nayê dayîn ku parêzer û malbata xwe bibîne.

7ʹê Tebaxa borî, Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji 3 salan ve muwekîlê wan sûd ji mafên xwe negirtine û daxwazên hevdîtinê yên ku parêzeran ji 27ʹê Tîrmeha 2011ʹan heta 2ʹyê Gulana 2019ʹan de kiribûn, bi awayekî neqanûnî hatin redkirin.

ʹLI DIJÎ MAFÊN MIROVAN Eʹ

Parêzer û çalakvana hiqûqî ya ji Lubnanê Menal Macid diyar kir ku berdewama tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan, qanûnên mafên mirovan û peymanên navneteweyî yên têkildarî mafên siyasî û civakî binpê dike. Menal Macid diyar kir ku mafê girtiyên siyasî yên girtina agahiyan tê binpêkirin, serdan tên qedexekirin û rê nayê dayîn ku parêzerên xwe bibînin.

Parêzer Menal Macid diyar kir ku desthilata Tirk gelek qanûnan binpê dike û wiha pê de çû: "Ji wan qanûnên ku têne binpêkirin; mafê têkiliyên bi cîhana derve ye, mafê agahdarkirina malbata xwe bi cihê lê hatiye ragirtin, mafê serdana malbatê, mafên wergirtina agahiyan û erkdarkirina parêzerkî li gorî rêbazên bingehîn ên dan û standinên bi girtiyan re, mafê rêzgirtina li mafên wî. Ev maf di hemû pîvanên têkildarî mafên mirovan de hatine diyarkirin."

Menal Macid îşaret bi armancên tecrîdkirinê kir û wiha domand: "Armanc ew e ku ji hemû kesên ku li dijî siyaseta Tirkiyê derdikevin, bibe dersek. Ev yek bi rêya cureyên îşkenceya herî giran anku tecrîda girankirî yan jî darvekirinê tê kirin, ev siyaseta bêdengkirina hemû kesên xwedî nêrîna azad e. Îşkence, destirêjî li rûmeta mirovahiyê ye û cureyek ji cureyên herî xeternak ên dermirovî ye."

ʹDEWLETA TIRK DESTÛRA XWE BINPÊ DIKEʹ

Desthilata Tirk birîna "cezayên dîsîplînê" li rêber Ocalan dike hincet da ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya "mafê hêviyê" bi cih neyne.

Li ser vê mijarê Menal Macid ev tişt anî ziman: "Mafê hêviyê mafê her girtiyekî ye ku dadgeheke adilane hebe ku rojekê ji girtîgehê derkeve. Anku piştî bidawîbûna darizandinê heke muebbet be jî mafê wî heye ku careke din were darizandin. Darizandina adilane, mafekî hêviyê ye ku wekî şertê rêzgirtina li hemberî rûmeta mirovan e da ku cezayê girtîgehê yê muebbet ê giran, nebe nêzîkatiyeke xirab."

Parêzer Menal Macid di berdewama axaftina xwe de bi bîr xist ku "li gorî benda 5ʹan a xala 90ʹan a destûra Tirkiyê, heke nakokî di navbera qanûn û peymanên navneteweyî de hebin û ev peymana navneteweyî girêdayî mafên mirovan bin, divê peymanên navneteweyî werin pêkanîn, lê hikumeta Tirk ev madeya destûra xwe binpê dike û birêz Ocalan ji vî mafî bê par hiştiye. Rejîma Tirk ev yek eşkere ragihand. Ev hemû ji ber tirsa wê ya ji bandorên fikrên rêbertî yên rizgariyê yên li ser kiryarên xwe yên desthilatdar e."

Çalakvana hiqûqî parêzer Menal Macid di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku dijwariya van qeydan wê nikarin têkiliyên di navbera rêber Ocalan û gel de qut bikin, her wiha dê nekarin fikrên wî sînordar bikin û got: "Ji ber ku rêber xwediyê bandorê yekemîn e, ne tenê li gelê Kurd, lê doza girtina wî bûye elaqeya hemû parêzvanên mafên mirovahiyê yên cîhanê.ʹʹ

ANHA