Li Helebê kuştina Jîna Emînî hat protestokirin

Yekitiya Jinên Ciwan a taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi lidarxistina çalakiyekê kuştina Jîna Amînî ji aliyê desthildariya Îranê ve, protesto kir.

Li Helebê kuştina Jîna Emînî hat protestokirin
22 îlon, 2022   18:10
HELEB

Yekitiya Jinên Ciwan îro li qada Cebanat a rojhilat a taxa Şêxmeqsûd a Helebê çalakiyeke protestoyî li dar xist. Bi dehan endamên yekitiyê tev lê bûn û wêneyên Jîna Amînî hildan.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê Hêva Bekir axivî û got: “Jinan hêza xwe ji fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan wergirtiye û bi rêya vê felsefeyê jinan xwe nas kir û rola xwe di hemû qadên siyasî, leşkerî û diplomatîk de lîst. Her wiha li aliyekî din em dibînin ku şerê jina azad tê kirin, da ku jin ji wan re bibe kole.”

Hêva Bekir kuştina Jîna Amînî ji aliyê desthildariya Îranê ve li Tehranê şermezar kir û diyar kir ku desthildariya Îranê bi hinceta ku Jîna Amînî bi şert û mercên li xwe kirine şerpê ne pabendî ye, îşkence lê kir.

Hêva Bekir bang li tevahî jin û ciwanan kir ku piştgiriya jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bikin da ku rê li ber van sûcên li dijî wan bigirin.

Çalakiya prostestoyî bi berzkirina siloganên “Ji kuştina jinê re” û “Bijî berxwedana jina azad” bi dawî bû.

(dm)

ANHA