Dema rejîma melayan êdî derbas bûye-  Şukru GEDÎK

Dema rejîma melayan êdî derbas bûye-  Şukru GEDÎK
23 îlon, 2022   00:44

Di dîroka Îranê de nasnameya etnîk a Farisan serdest bûye û çanda wê ya civakî gelekî kevnar e. Li vê erdnîgariyê bê hejmar desthilat çêbûne, bi rola navendî ya Rojhilata Navîn rabûye û bi dewlemendiya xwe ya aborî, dîrokî û çandî her tim bala hêzên derve kişandiye. Îslamîstên ku piştî hilweşandina desthilata Şah hatin ser desthilatê, gelên Îranê xistin nav bendekê û heta hewl dan şoreşa îslamî derxin derveyî welat. Li eniyên şer ên Yemen, Lubnan, Sûriye û Iraqê cih girtin û hewl dan hebûna xwe bisepînin.

Şoreşa îslamî ya Îranê ya sala 1979'an, di 43 salan de êdî gihaşt dawiya emrê xwe. Êdî desthilata wê ya mezhebî diheje û li ber sekeratê ye. Rewşa Îranê ku xwedî mîraseke dewlemend e, gelekî nexweş e. Mîna Iraq û Sûriyê.

REJÎMA ÎRANÊ ÊDÎ NIKARE LI SER LINGAN BIMÎNE

Şoreşa îslamî wek kirasekî ku li civakê hatiye ferzkirin, li bedene rûnenişt. Rejîm berovajî îslamî karan dike û her ku diçe zordar û otorîter dibe. Yektîpkirin ji bo nasnameyên cuda bûye îşkenceyeke mezin. Rejîmê di destpêkê de peyamên xweş didan TUDEH û komên siyasî yên cuda, bi taybetî jî Kurdan lê piştre ji bo sazûmaniya şoreşê, piştî ku rabû pêyan, berê xwe da muxalîfan û desthilat kire yekserî.

Dîrok careke din nîşanî me dide ku nabe civakan bi qalibên zîhniyeta kevn bi rê ve bibin. Helbet rejîmên nikarin demokratîk bibin, dê berê xwe bidin despotîzmê. Ji bo sazkarkirina rejîma li ser esasê mezhebî û netewedewletê sûcên ji yên Savaka şah jî girantir kirin. Kurd û Belûc bûn du gelên bindest û nekarîn ji xezeba netewedewleta serwer a Farisan rizgar bibin. Stûnên rejîma Îranê ku li hundir zordar e û li derve berfirehxwaz e, bi bernameya xwe ya nukleerî cîhanê tehrîk dike û bi dijminatiya xwe ya li Îsraîl û DYA’yê hewl dide gelê şîe motîve bike, lê êdî ev stûnên rejîmê nikarin wê hilgirin.

OLANA ÎDEOLOJIYA RIZGARIYA JINAN DI CIVAKÊ DE

Darvekirinên li meydanan jî êdî têrê nakin ku pê gel bitirsînin. Êdî nikarin serederiyê bi desmala jinan bikin. Bûyerên dawîn her çend li ser îşkencekirin û kuştina jina Kurd Jîna Emînî derketibin jî, di nava girseyan de îfadeya hêrseke mezin heye ku rejîm êdî nikare were domandin.

Ji bilî fikrên rêber Abdullah Ocalan ku bi zimanê rastiya Rojhilata Navîn dizanin, têgînên desthilat, dewlet û çîn rave dikin û bi parêznameyên xwe jî dike malê gel, tu çareserî nîn e. Rêber Ocalan kodên modernîteya kapîtalîst deşîfre kirin. Dihat payîn ku Îran jî ji encamên tecrubeyeke mezin a pratîk û berhevkirina teorîk dersan derxe. Xuya ye bûyerên ku bi çirûskekê dest pê kirin, Îran xistiye çi halî.

Mijara herî balkêş jî xwepêşandanên gel ên mezin ên li dor jinan û dirûşmên ‘Jin Jiyan Azadî’ ye. Di civakê de avakirina îdeolojiya rizgariya jinan e. Bi dehan darvekirin û bi dehan kolberên li sînor hatin qetilkirin jî, nerazîbûneke bi vî rengî di civakê de çênekir. Lê kuştina Jîna Emînî ku li gorî baweriya wan serê xwe nenixumandiye, bes bû ku Îranê bihejîne. Divê hêza bîrdoziya rizgariya jinan û bandora wê ya di civakê de bê dîtin.

YAN DÊ DEMOKRASÎ ÇÊBE YAN JÎ DÊ LI BER DESMALÊN JINAN TÊK BIÇIN

Heta ku şoreşa Îslamî ya li Îranê bi însiyatîfên demokratîk xwe ji nû ve ava neke, dê li ber desmala jinan têk biçe. Her çend rejîm xwe dispêre referansên îslamî jî, ji hundir ve riziyaye. Di bin rêveberiya Ayetûllahan û saziya Welayatî Faqîh de Îran dê berê xwe nede rêyên demokratîk ên çareseriya pirsgirêkan. Tevî ku Îbrahîm Reîsî kêm  deng stendin jî bû serokkomar û ne tenê wek serokkomar, di heman demê de weke garantorê siberojê yê rejîmê jî hat hilbijartin. Ji bo vê jî Îran nikare ji tengezariya ku ketiyê derkeve û dê bikeve nava gerîneka tundiyê jî.

Tê zanîn ku hêzên kapîtalîst ên global Îranê wek 'paste' ku divê parçe bibe, dibînin. Ji bo xwe wek gefekê dibînin. Di civîna dawî ya NATO'yê ya li Madrîdê de li kêleka Rûsya û Çînê hate danîn û wek hêza dijber hate nasandin. Ambargoya aboriyê demeke dirêj e dewam dike. Helbet nakokiyên navxweyî dê destekê ji derve peyda bikin. Li ser van tevan jî dibe ku mirov ji bo Îranê jî qala bayekî biharê bike. Bayê Bihara Ereban li Sûriyê danî. Lê belê xwestibûn di çarçoveya Plana Mezin a Rojhilata Navîn de bihata. Piştî bûyerên rojên dawîn, gotegotên gelo dor hatiye Îranê, têne bihîstin.

JINÊN KURD LI ENIYÊN PÊŞ IN

Li Îranê derfet çêbûye bi pêşengiya jinan tevgera demokrasiyê were birêxistinkirin. Bûyerên pratîk nîşan da ku guhertina rejîmê bi şopandina xeta azadiya jinan pêkan e. Dikare rola xwe wek têkoşîneke pêşeng a ku dikare hevgirtina jinan a navneteweyî bikişîne nava xwe, bi pêş bixe. Jinên Kurd wekî her derê li Îranê jî li kolan û meydanan her tim li pêş in. Baweriya bi hêza jinan dê bi ser bixe. Jin, jiyan, azadî.

ANHA