Şêniyên Amûdê li dijî xiyaneta PDK`ê û êrişên Tirkiyê derketin

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamişlo bi dirûşmeya “bi îradeya gelan û gerîla em ê dagirkerî û xiyanetê têk bibin” xwepêşandanek li dar xist û êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê û xiyaneta PDK`ê şermezar kirin.

Şêniyên Amûdê li dijî xiyaneta PDK`ê û êrişên Tirkiyê derketin
22 îlon, 2022   12:25
QAMIŞLO

Îro bi sedan şênî û endamên saziyên jinan û yên sivîl ên navçeya Amûdê ya girêdayî katona Qamişlo xwepêşdanan kirin û êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û xiyaneta Partiya Demokrat a Kurdistanê ji gelê xwe re, her wiha bêdengiya navneteweyî li hember binpêkirinên hovane yên li dijî gelên herêmê şermezar kirin.

Xwepêşandanê ji Qada Jina Azad a li navçeyê dest pê kir. Xwepêşdanêran wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên Meclisa Malbatên Şehîdan, PYD, Kongra Star û pankertên bi nivîsên “Xiyanet û çetetî heman rêgez e û her du ji dagirkeriyê xirabtir in” , “Şoreşa Rojava dê li dijî hemû sembolên xiyanetê bi serbikeve” û “Bi îradeya gelan em ê dagirkerî û xiyanetê têk bibin” bilind kirin.

Li Qada Şehîd Cîhad xwepêşandan veguherî mitîngê û endama Kongra Star a Amûdê Minewer Xalid axivî û bal kişand ser xiyaneta li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrişên domdar ên dagirkeriya Tirk li dijî pêkhateyên herêmê û wiha got: “Dagirkeriya Tirk bênavber bi hevkariya PDK`ê êrişên derexlaqî li ser çiyayên Kurdistanê pêk tîne. Ji ber ku nikarîbûn armancên xwe bi dest bixin, berê xw dan Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dest bi hedefgirtina welatiyan kirin. Li hember vê rewşê civaka herêmî û navneteweyî ji bêdengiya xwe derneket.”

Têkildarî qetilkirina Jîna Emînî (22) ji aliyê rejîma Îranê ve li Rojhilatê Kurdistanê, Minewer got: “Dijmin ji rêxistinbûna jinan ditirse. Jin jiyan e.”

 Minewer tekez kir ku bi îradeya gelê berxwedêr, dê gavekê paş de neavêjin û got: “Gelê ku keç û xortên xwe di oxira azadiyê de feda kirine, dê ji têkoşîn û fedekariyê venegere.”

Xwepêşandan bi dirûşmeyên li dijî xiyanet, ajantî û dagirkeriyê bi dawî bû.

ANHA