Ji KODARʹê banga ʹYekitî û raperîna îro biparêzinʹ

KODAR’ê der barê nerazîbûnên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de daxuyaniyek da û hate gotin; “Bi pêşengiya gelê Kurd qonaxek nû ya nerazîbûnan destpê kiriye, em bang li hemû hizb û rêxistinên Kurdan dikin, bi têkoşînek hevbeş rê li qonaxek nû ya raperîna gel vekin.”

Ji KODARʹê banga ʹYekitî û raperîna îro biparêzinʹ
22 îlon, 2022   12:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) der barê nerazîbûn û raperîna gel a li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dijî qetilkirina jina ciwan ya Kurd Jîna Emînî de daxuyaniyek bi navnîşana ‘Gelê me wê bi xwedî derketina li cenazeyê şehîdan raperîna heta hetayî dewam bike’ weşand.

Daxuyaniya KODAR’ê wiha ye:

 “Zilma sîstematîk û plandan a rejîma faşîst ya Îranê ku bi hemû saziyên xwe ve bi hovane êrişên ser jinan rewa dike, li hemberî rabûnek demokratîk ya giştî û gel a seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatiye.

Piştî kuştina Jîna Emînî, bi pêşengiya gelê Kurd, qonaxek nû ya nerazîbûnan destpê kiriye. Raperîna gelan li ser asta referandûmek giştiye ku naveroka wê jî li ser bingehê ‘Na ji bo bingehê rejîma faşîst û dijî demokrasiyê’ şekil daye.

Nerazîbûna gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya dijî zordariya li ser jinan û civakê, tê wateya meznahiya jiyana rasteqîn. Ji bo vê em weke KODAR’ê spasî û rêzdariya xwe pêşkêşî gelê Kurd û gelên Îranê dikin.

Divê gelê em xwedî li cenazeyên hemû şehîdan derbikevîn û gelê me cenazeyên şehîdên xwe bi girseyê bispêrin axê. Divê ala ku li seranserê Rojhilatê Kurdistan û Îranê bidirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ bilind bûye, belavî hemû kolanan bibe.

Banga me ji bo gelan û gelên Îranê ew e, di kolanan de yekitî û raperîna îro biparêzin, divê bi awayek medenî nerazîbûnên demokratîk dewam bikin.

Em bang li hemû hizb û rêxistinên Kurdî dikin, bi têkoşîna hevbeş qonaxek nû li nerazîbûn û raperîna gelê me vekin. Yekitiya demokratîk ya hizban, rêxistinên Kurdî ya mil bi milê raperîna giştî û gel bingehekî neçariye. Ev yek ji bo seranserê Îran pêkanîna eniyek demokratîk sembola serkeftina nerazîbûn û raperînê ye. Ji ber ku azadiya her gelek, bê azadiya gelên din ne mîsogere.”