Li Îranê 8 xwepêşendêr hatin kuştin

Hejmara kesên di xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine qetilkirin gihişt 8 kesan. Rejima Îranê ji tirsa xwepêşandanan bikaranîna înternetê sinordar kiriye, tora dijîtal ya İnstagram ragirtiye.

Li Îranê 8 xwepêşendêr hatin kuştin
21 îlon, 2022   17:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên mafê mirovan diyar dikin ku heta niha bîlançoyek rast li ber destê wan de nine, lê hejmara kesên li bajarên cûda ji aliyê hêzên rejimê ve hatine qetilkirin gihiştiye 8 kesan. Her wiha diyar dikin heta niha zêdetirî 700 kes jî birîndar bûne.

Li aliyê din Tora Netblox ya ku çavdêriya leza înternetê dike, ragihand bikaranîna İnstagram li Îranê hatiye sinordarkirin.

Her wiha çavkanî diyar dikin li gelek bajaran leza înternetê gelek lewaz bûye. Hêjayî bibîrxistinê ye îro wezîrê peywendiyan ê Îranê ragihandibû “ji ber pirsgirêkên ewlehiyê egera wê yekê heye ku saziyên ewlehiyê leza înternetê sinordar bikin û ji bo rewşa heyî jî ev tiştek asayiye.”

Piştî xwepêşandanên li dijî qetilkirina Mehsa Emînî li Rojhilatê Kurdistanê belavbûn, bi çend saetek înternet li bajarên Rojhilatê Kurdistanê hat qutkirin. Sansor li ser Twitter û İnstagram hate danîn.

Li aliyê din fermandarê yekeya taybet a jinên polîs yê Îranê Eqîd Heyderî di daxuyaniyek ji bo ajansa Mihrî de ragihand, yekem care yekeya taybet a jinên polîs ji bo kontrolkirina aloziyan tên erkdarkirin.