Konferansa Parastina Ciwanan a Herêma Cizîrê bi dawî bû

Di dawiya Konferansa 1`emîn a Parastina Ciwanan a Herêma Cizîrê de Meclisa Ciwanên Şoreşger a Herêma Cizîrê hat avakirin.

Konferansa Parastina Ciwanan a Herêma Cizîrê bi dawî bû
21 îlon, 2022   15:43
QAMIŞLO

Konferans duh li navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlan bi dirûşma “Li dijî xiyanetê û dagirkeriyê werin cenga azadiyê” bi tevlêbûna 350 delegeyan ji bajar, bajarok û navçeyên cuda yên herêma Cizîrê dest pê kir.

Di bernameya roja yekemîn de behsa têkoşîn û rola ciwanan hat kirin.

Di roja duyemîn û dawîn a konferansê de, sînefizyonek têkildarî axaftinên rêber Abdullah Ocalan li ser ciwanan, rola ciwanan û çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xistine hate pêşendan. Piştre rapora salê ya kar û xebatên ciwanan, rola ciwanan di pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan û sepandina şerê gel ê şoreşgerî de hatin nîqaşkirin.

Her wiha gelek mijarên wekî welat, welatparêzî, koçberî, fihûş, madeyên hişbirê, şerê taybet û rola jinên ciwan di civak û parastina ciwanan de hatin nîqaşkirin.

Paşê beşdaran têkildarî rol û erkên ciwanan di civakê de pêşniyar xwe kirin.

Di dawiya konferansê de Meclisa Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Herêma Cizîrê ku ji 15 endaman pêk tê hate ragihandin.

(dm)

ANHA