​​​​​​​Rûsya: Di şerê Ukraynayê de nêzî 6 hezar leşkerên me mirine

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu li ser hejmara leşkerên wan ên di şerê Ukraynayê de hatine kuştin got; “Ji roja ku şerê Ukraynayê dest pê kiriye û heta niha 5 hezar û 937 leşkerên me mirine.”

​​​​​​​Rûsya: Di şerê Ukraynayê de nêzî 6 hezar leşkerên me mirine
21 îlon, 2022   12:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu ji kanala televîzyonê ya Rûssîa-24’ê re axivî. Sergey li ser hejmara leşkerên wan ên di şerê Ukraynayê de mirine got; “Ji roja ku şerê Ukraynayê dest pê kiriye û heta niha 5937 leşkerên me mirine.” Wezareta Parastinê herî dawîn di dawiya meha Adarê de diyar kiribû ku 1351 leşkerên wan mirine.”

Şoygu derbarê seferberiya qismî jî diyar kir kesên tecrubeya wan a leşkerî heye wê tevlî seferberiyê bibin û ew ji 300 hezar kesan bawer in ku wê werin perwerdekirin.

Wezîrê Parastinê yê Îngîltereyê Ben Wallace diyar kir daxuyaniya Pûtîn û referandûma dibe ku li Ukraynayê were tê wateya ‘mikurhatina têkçûnê’.