Pûtîn seferberiya qismî ragihand, Brîtanya û Almanyayê jî peyam dan

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li welatê xwe seferberiya qismî ragihand û diyar kir ku eger gef li ser berjewendiyên Rûsyayê çêbibe, wê “hemû çekên li ber destê xwe bi kar bînin.”

Pûtîn seferberiya qismî ragihand, Brîtanya û Almanyayê jî peyam dan
21 îlon, 2022   09:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li ser gefên ku li ser Rûsyayê tên kirin û werin kirin axivî û bi taybetî bal kişand ser aloziya bi dewletên Rojavayî re.

Pûtîn diyar kir ku armanca hêzên Rojavayî ‘tunekirina Rûsyayê ye’ û got: “Bi rengekî eşkere dibêjin ku sala 1991’ê karîbûn Sovyetê û Rûsyayê parçe bikin. Niha di navbera me de dijminatî heye. Terorîstên li Kafkasyayê fînanse kirin, dijminatiya li Rûsyayê afirandin. Ev yek di heman demê de peywendiya xwe bi Ukraynayê re jî heye ku li xaka wan niyeta li dijî Rûsan heye. Şerê ku sala 2014’an dest pê kir, ji aliyê Rojava ve hate destpêkirin.”

Pûtîn şerê li Ukraynayê nirxand û îdîa kir ku leşkerên Rûs ji bo parastina herêma Donbassê “rahiştine çekê.”

Pûtîn ragihand ku piştî şer dest pê kir, wan ji bo ‘çareseriyên aştiyane gelek pêşniyarên şênber li Rojava kirine’ û got: “Rojava ev yek red kir û hemû peyman sekinand. Çek dan Ukraynayê, leşkerên wan ji aliyê NATO’yê ve hatin perwerdekirin, bi rêya tundî û tirsandinê pêleke zextê Ukrayna xist nava xwe.”

Pûtîn diyar kir ku welatiyên wan ev tundî dîtine û wiha dewam kir: “Li hin bajaran ji me xwestin ku em referandûmê bikin. Ez radigihînim ku em ê piştgiriyê bidin van hewldanên wan.”

Pûtîn destnişan kir ku ew piştgiriyê dide pêşniyara Wezareta Parastinê ya ji bo seferberiya qismî û got: “Tenê welatiyên di lîsteyên cîhgir de ne wê bêne seferberkirin. Dema destpêkirina vê seferberiyê îro ye, 21’ê Îlonê ye. Yên ku bang li wan hate kirin wê mîna leşkerên bi peyman xwedî heman avantajan be.”

Vladimîr Pûtîn her wiha da zanîn ku bicihkirina kapasîteya bilind a leşkerî girîng e û ragihand: “Rojava di polîtîkaya êrîşkar de sînor hemû binpê kir. Dikarin li Qirim û xaka din a Rûsyayê bixin. Hin keştî, balafirên NATO’yê bi rê ketin. Rojavayî zextê li Ukraynayê dikin ku li hemberî Rûsyayê hîn bêhtir êrîşkar be. Ji bo welatê me bi çewisînin li wir in. Şantajeke nukleerî jî gengaz e, em vê dibînin. Rûsya her wiha bi hin çekên giran hatiye bihêzkirin. Eger gef li berjewendiyên Rûsyayê bê xwarin, em ê hemû çekên di destê xwe de bi kar bînin.”

Têkildarî mijarê, wezîra karên derve ya Brîtanyayê Gillian Keegan got, “Ragihandina seferberiya qismî ji aliyê Pûtîn ve, dê rewşa li Ukraynayê aloztir bike. Dê Brîtanya tevî NATO`yê destekdayîna Kîevê bidomîne.”

Gillian li ser axaftina Pûtîn got, ev gaveke metirsîdar e.

Cîgirê şêwirmendê Almanyayê û wezîrê aboriyê Robert Habeck jî got, “Seferberiya qismî li Fedrasyona Rûsyayê gaveke xirab û şaş e û dê rewşa Ukraynayê xirabtir bike.”

Habeck piştrast kir ku dê welatê wî piştevaniya Ukraynayê bidomîne.