​​​​​​​Li navçeyên Qamişlo gelek nivîsgehên PYD`ê hatin vekirin

Şêniyên navçeyên kantona Qamişlo salvegera 19`an a damezirandina PYD`ê pîroz kir û gelek nivîsgehên partiyê hatin vekirin.

20 îlon, 2022   19:18
 QAMIŞLO

Îro salvegera 19`an a damezirandina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û bi vê boneyê partiyê nivsîgeheke xwe li navçeya Girkê Legê vekir.

Bi sedan şêniyên Girkê Legê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser tev li vekirina navendê bûn. Di şahiyê de endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Ebid El Hadî Ehmed axivî û got: “PYD`ê ji destpêka damezirandinê ve, roleke girîng di birêxistinkirina civaka herêmê de lîst.”

Her wiha Ehmed ev bone li malbatên şehîdan pîroz kir û soza berdewamkirina têkoşînê li ser rêgeza partiyê da.

Piştre navend ji aliyê dayîkên şehîdan ên Girkê Legê ve hat vekirin.

DÊRIK

Li navçeya Dêrikê jî, PYD`ê li navenda ciwanan a şehîd Bawer şahiyek li dar xist.

Di şahiyê de endamê PYD`ê Mihemed Seîd wiha axivî: “PYD`ê li ser qada siyasî û dîplomatîk têkoşîneke dagirtî meşand û ji bo azadî û rûmeta gelên herêmê fedakariyên mezin kirin. Her wiha roleke sereke lîst û xeta sêyemîn li gorî fikr û rêgeza neteweya demokratîk pejirand da ku pêkhateyên herêmê biparêze.”

Her wiha Seîd soza mezinkirina têkoşînê ji bo parastina destkeftiyên şehîdan da.

Di dawiyê de beşdaran xelekên govendê li ber stranên koma Cûdî ya Navenda Dîcle ya Çand û Hunerê gerandin.

TIL KOÇER

Şahiya pîrozkirina salvegera 19`an a damezirandina PYD`ê li dibistana Ebdulwehab Şewaf a navçeya Til Koçerê bi beşdarbûna şêniyên navçeyê û gundên wê, hate lidarxistin.

Di şahiyê de endamê PYD`ê şaxê Til Koçer Zahid Mihemed axivî û got: “Damezirandina PYD`ê, ji bo gelên herêmê destkeftiya herî mezin e li ser hemû astan. Ji ber partiyên kurdî yên li Rojava hêviyên gelê Kurd û gelên herêmê pêk neanîn.”

Mihemed balkişand ser rola PYD`ê li herêmê û sekna li hember dewleta Tirk a dagirker û pergalên zordest û got: “PYD`ê di yekkirina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û di avakirina Rêveberiya Xweser li ser bingeha fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan de roleke girîng lîst.”

Paşê, koma Lorîna berhemên xwe yên kultura ereb pêşandan û koma Zihûr El Selam stran got.

ÇILAXA

PYD`ê li hola Rojava ya bakurê navçeya Çilaxa bi vê boneyê şahiyek li dar xist. Her wiha şêniyên navçeyê jî tev lê bûn.

Di şahiyê de, hevserokê PYD`ê şaxê navçeyê Axa Sirûr El Şatî axivî, şehîd û têkoşerên pêşîn ên rolek di avakirina partiyê de lîst, bi bîr anîn.

El Şatî wiha pê de çû: “PYD`ê partiya şehîdan, neteweya demokratîk, têkoşeran û gelên azadîxwaz e. Partiya herî zêde ye ku ji bo doza kurd tê koşiya.”

Di dawiya şahiyê de koma şehîd Sabir berhemên xwe pêşandan.

TIL BIRAK

Di şahiya ku li qada navenda çandê ya navçeyê li dar ketiye de, hevseroka meclisa partiyê ya navçeyê Efîfe El Salih axivî û got: “Divê em vê boneyê bikin gavek ji bo temamkirina şoreşê û projeya neteweya demokratîk a rêber Ocalan. Em soz didin şehîdên xwe ku heta serkeftinê tê bikoşin.”

Piştre helbestvan Tala El Ibêd helbestên xwe û koma şehîd Zîlan, koma navenda çandê ya Til Birakê berhemên xwe pêşandan.

ANHA