​​​​​​​`Ruhê welatparêziyê li hember siyasetên qirkirinê têk naçe`

Kesayetên welatparêz ên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo destnîşan kirin ku ruhê niştîmanî ya ku xwe dispêre şopa Tevgera Azadiya Kurdistanê û rêber Ocalan dê siyasetên qirkirin û bişaftinê têk bibe û li hember dagirkeriya Tirk zêdetir xwe bi rêxistin bike.

​​​​​​​`Ruhê welatparêziyê li hember siyasetên qirkirinê têk naçe`
21 îlon, 2022   00:50
QAMIŞLO – RÊNAS REMO

Welatparêziya kurd,  bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re bi ser ket û li hember siyasetên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker sekinî ku bi hemû awayan hewl da sûcên dermirovî û komkujî li dijî gelê Kurd pêk bîne.

Têkildarî van êriş û sûcan, kesayetên welatparêz ên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo, destnîşan kirin ku ruhê welatparêziyê li hember siyasetên qirkirinê têk naçe û ew ê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker zêdetir xwe bi rêxistin bikin.

/kr/uploads/files/2022/09/20/190600_-.webp

Meqbûle Hisên, yek ji jinên ku di salên 80`î de bi rêya şehîd Xebat Doxan ku yek ji kadroyên pêşîn ên PKK’ê li Tirbespiyê bû, partî nas kiriye, wiha axivî: “Şoreşa PKK`ê ne wek serhildanên kurdan ên beriya wê ne. Ji ber ku, partiyê ji bo xelaskirina gelê Kurd ji qirkirin û komkujiyan xwe spart îdeolojiyeke nû û li ser şopa azadî û demokratiyê meşiya, ev yek hişt ez û gelek kurdên din tev li vê têkoşînê bibin.”

Meqbûle Hisên wiha domand: “Ji aliyê pergalên desthilatdar ve em û têkoşîna me rastî gelek zehmetî û astengiyan hatin, nexasim dewleta Tirk a ku di damezirandina PKK’ê û girêdana gel bi ruhê niştîmanî de, dawiya siyasetên xwe yên mêtingeriyê dibîne, ji ber vê jî êrişên xwe wiha zêde kirin.”

Meqbûle Hisên destnîşan kir ku wan ji bo welatekî azad û demokratîk ku edalet lê serwer e, tê koşiyan û dê têkoşîna xwe berdewam bikin.

/kr/uploads/files/2022/09/20/190546_-.webp

Her wiha, welatiyê bi navê Mihemed Zekî Osê yê ji gundê Etebê yê bakurê rojhilatê Tirbespiyê, ku di 1981’an de dema ew ji bo kar li Erebistana Siûdî bi cih bibû û bi rêya welatparêzên li wir Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kiriye û di salên 1992-1996`an de li Şamê rêber Ocalan dîtiye, wiha axivî: “Dewketa Tirk a dagirker bi rêya êrişên xwe yên li dijî PKK’ê ji dema damezirandina wê ve, hewl dide îradeya gelê Kurd têk bibe, lê PKK hîn xurttir bû û zêdetir xwe bi rêxistin kir.”

Osê ev li gotinên xwe zêde kir: “Li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê ji dema damezirandina wê ve şerekî taybet tê meşandin û êrişên leşkerî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê kirin, her wiha dewleta Tirk a dagirker li Bakurê Kurdistanê li dijî têkoşeran û bi armanca tunekirina ruhê welatparêziyê ku bi derketina PKK`ê re zêdetir bû, sîxuran ji kurdan bi pereyan bi kar tîne.”

Her wiha Osê destnîşan kir ku fikrê demokratîk ê rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna wî ya ji bo hemû gelên bindest li xweşiya dewletên mêtinger naçe, lê teoriyên ku rêber Ocalan danîne li ser erdê, di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de hatin pêkanîn.

Mihemed Zekî Osê bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li hember êrişên li dijî îradeya wan, asta têkoşînê bilindtir bikin û ruhê welatparêziyê xurtir bikin.

/kr/uploads/files/2022/09/20/190527_-.webp

Dayika herdu şehîdan Nûbar û Lewend Xelef, Heyat Silêman a ku bi belavokên Tevgera Azadiya Kurdistanê yên ku birayê wê ji wê re dianîn bi bandor bibû, destnîşan kir ku gelê Kurd tevî hemû siyasetên qirkirinê yên li dijî wî, dîsa jî dev ji doza xwe berneda û soza domandina têkoşînê heta pêkanîna azadî û demokratiyê, da.

(mh)

ANHA