​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-9-2022`YAN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-9-2022`YAN
20 îlon, 2022   23:00

Dayîkên Aştiyê li goristana şehîdan a Tebqayê têkildarî kuştina Jîna Emînî ji aliyê hêzên îranê ve daxuyaniyekê didin.(BI WÊNE Û DîMEN)

Kongra Star di çarçoveya amadekariyên lidarxistina kongreya xwe ya giştî de, konferansa xwe ya giştî li ser asta Hesekê li dar dixe saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê ji bo şermezarkirina dagirkeriya Tirk û êrişên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwepêşandanekê li dar dixe, saet di 10:00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Ocalan şêniyên Qamişlo ji pêşiya dermanxaneya Deham a bajarê Qamişlo xwepêşandan li dar dixin, saet di 10:00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê, li pêşiya navenda Neteweyên Yekbûyî ya Qamişlo daxuyaniyekê dide, saet di 10:00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamê Komîteya Însiyatîfa Sûriyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, Bedran Hemo bêdengiya navneteweyî ya li hember binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rêber Ocalan, nexasim dûrxistina wî ji “mafê hêviyê” şermezar kir û bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku dakeve qadan û banga azadiya rêber Ocalan bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Pispor û akademîsyenên Ereb destnîşan kirin ku li hember planên mêtîngeriyê yên dewleta Tirk a dagirker, avakirina hevbendiya erebî-kurdî pêwîstiyeke lezgîn e. Her wiha hişyarî dan ku êrişeke dewleta Tirk a li dijî Kurdan, dê bibe destpêka ketina welatên Ereban. (BI WÊNE û DÎMEN)

Siyasetmedar û endamên meclisên gel ên Dêrazorê diyar kir ku armanca lihevhatina Şam û Enqereyê têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e. Her wiha bêdengiya hikumeta Şamê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir. (BI WÊNE û DÎMEN)

Kesayetên welatparêz ên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo destnîşan kirin ku ruhê niştîmanî ya ku xwe dispêre şopa Tevgera Azadiya Kurdistanê û rêber Ocalan dê siyasetên qirkirin û bişaftinê têk bibe û li hember dagirkeriya Tirk zêdetir xwe bi rêxistin bike.(BI WÊNE û DÎMEN)

Ligel siyaset û binpêkirinên sîstematîk ên li dijî welatiyan, di salên dawîn de li herêmên Sûriyê yên di bin serweriya hikumeta Şamê de û yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, bûyerên xwekuştinê bi awayekî metirsîdar zêde bûne. Amarên herî dawî yên li her du herêman nîşan didin ku tenê di 6 mehan de, 132 bûyerên xwekuştinê pêk hatine. Gelo welatiyên li wan deveran çi azaran dikişînin? Sedemên ku dihêlin xwe bikujin çi ne? (BI WÊNE)

Projeyên mêtingeriyê ku dewleta Tirk a dagirker ji bo guhertina demografiya herêmên dagirkirî pêk tîne, dewam dikin. Dewleta Tirk dosyaya penaberên Sûriyê bi kar tîne da ku armanca xwe ya valakirina herêmê ji niştecihên wê yên resen û guhertina taybetmendiyên herêmên dagirkirî pêk bîne. (BI WÊNE)

Hîna kêş û vekêş di navbera aliyên navneteweyî de li ser Sûriyê berdewam in. Di heman demê de hevdîtin di navbera van aliyan de li derveyî Sûriyê pêk tên û hewldanên nêzîkbûna delweta Tirk bi hikumeta Şamê re derdikevin hole. Li gel wê jî sedemên krîzê û rêyên çareserkirinê têne paşguhkirin.(BI WÊNE)

CIWAN

Konferansa Parastina Ciwanan a herêma Cizîr li navenda ARam Tîgran a Çand û Hunerê berdewam dike saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

Hindek maye ku Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Reqayê xebatên firehkirina kargeha ziwakirina garis ku tê payîn beriya destpêkirina çinîna mewsima garis amade be, bi kapasîteya ziwakirinê ya rojane heta hezar û 700 tonî bi dawî bike.

ANHA