Bi sedan şêniyên Kobanê li fîlmê `Kobanê` temaşe kir

Komîna Fîlm a Rojava, fîlmê `Kobanê` li hola Navneda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê pêşanda.

Bi sedan şêniyên Kobanê li fîlmê `Kobanê` temaşe kir
20 îlon, 2022   20:25
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantonê, li hola Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê beşdar bûn û li fîlmê `Kobanê` temaşe kir.

Navaroka fîlmê der barê bûyerên dîrokî yên cenga navdar a Kobanê de ku li dijî DAIŞ`ê salên di navbera 2014`an û 2015`an de pêk hatiye û cara yekemîn DAIŞ bi bin dikeve, piştî ku li Iraq û Sûriyê gelek herêm kontrol kirin.

Ozlem Yaşar derhêneriya fîlmê kiriye ku Medya Doz nivîsiye. Fîlm ji aliyê Komîna Fîlm a Rojava û Tevgera Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND) sala 2021`an hate çêkirin. Dema wê 2 saet û 30 deqe ne. Film li herêmên cuda yên kantonê ku şerên rastîn beriya çenda salan li dijî DAIŞ`ê qewimîne, hate kişandin.

Her wiha li holê wêneya Mehsa Emînî hate taliqandin ku ji ber hovîtiya desthilata Îranê hate kuştin.

Komînê eşkere kir ku dê di 20`ê Îlonê û heta 26`ê Îlonê de her roj saet di 19:00`an de li hola Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê filmê bide pêşandan.

Reklama fîlmê di 13`ê Îlonê de bi boneya salvegera şehadeta Mazdek Ararat (Umer Bagcî) hate pêşandan.

(dm)

ANHA