Li hember qetilkirina Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê gel li qadane

Xwepêşandan û nerazîbûnên li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê yên li dijî qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî dewam dikin. Heta niha di xwepêşandanan de 5 kes ji aliyên hêzên rejîma Îranê ve hatine qetilkirin.

Li hember qetilkirina Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê gel li qadane
20 îlon, 2022   19:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Sê roj in li seranserî bajarên Rojhilatê Kurdistan û gelek bajarên Îranê, nerazîbûn û xwepêşandanên li dijî qetilkirina Jîna Emîn dewam dikin. Îro jî li gelek bajaran xwepêşandan hebûn.

Di nava rojê de xwendekarên Zanîngeha Bizîşkî ya Tewrêz li dijî qetilkirîna Jîna Emînî xwepêşandan kirin û dirûşmên li dijî rejima Îranê bilind kirin.

Li paytexta Îran Tehranê jî gelek welatî daketin cadeyan û daxwaza tevlêbûna xwepêşandanê li gel kirin.

Li bajarê Îlam yê Rojhilatê Kurdistanê jî bi heman armancê xwepêşandanek hat li darxistin û di xwepêşandanê de dirûşmên “Neman bo Xamneyî” hatin bezkirin.

Li Zencan jî xwepêşandan hat lidarxistin, hêzên rejimê bi awayekî rasterast gule li welatiyan reşandin.

Her wiha li bajarê Hemedan xwepêşandêr wek nerazîbûn navendeke hêzên Îranê şewitandin, li Qezwên jî çend wesayîtên hêzên Îranê ji aliyê xwepêşandêran ve hatin desteserkirin. Li bajarê Tebriz jî alozî di navbera xwepêşandêr û hêzên rejimê de derket.

Her wiha nerazîbûnên heyî li bajarên Bane, Dîwandere, Seqiz, Mihabad, Merîwan, Kirmaşan û tevayî bajarên Rojhilatê Kurdistanê belav bûne. Duh jî li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê welatiyan bi girtina dikanên xwe nerazîbûna xwe nîşandabûn.

Li hemû bajarên ku xwepêşandan lê hatine lidarxistin hêzên rejimê bi awayekî tûnd êrişî xwepêşandêran dikin. Di encama êrişên hêzên rejimê de heta niha 5 kesan hatine kuştin, bi sedan kes birîndar bûne û gelek kes jî hatine destgîrkirin.