Fermandarekî filistînî: Komeleyên Îxwanî yên projeyên Tirkiyê fînanse dikin dûrî doza Filistînê ne

Projeyên mêtingeriyê ku dewleta Tirk a dagirker ji bo guhertina demografiya herêmên dagirkirî pêk tîne, dewam dikin. Dewleta Tirk dosyaya penaberên Sûriyê bi kar tîne da ku armanca xwe ya valakirina herêmê ji niştecihên wê yên resen û guhertina taybetmendiyên herêmên dagirkirî pêk bîne.

Fermandarekî filistînî: Komeleyên Îxwanî yên projeyên Tirkiyê fînanse dikin dûrî doza Filistînê ne
21 îlon, 2022   05:45
XEZA

Di nava fînansmanên projeyên niştecihkirinê li herêmên dagirkirî de komeleyên filistînî ku koma Îxwan El Muslimîn li xaka Filistînê bi rê ve dibin, derdikevin. Li gorî axaftina yek ji fermandarên filistînî yê Tevgera Fetih Dr. Eymen El Reqeb, rêvebirina van komeleyên ku Îxwan El Muslimîn kontrol dikin, girêdana xurt a bi rejîma Tirk re eşkere dike ku binesaziya wê ya îxwanî heman e û dûrî xemên gelê Filistînê ye.

Dr. Eymen El Reqeb ji ANHA’yê re têkildarî nêzîkbûn û rasthatina berjewendiyên dewleta Tirk û Îsraîlê ku li Sûriyê pêk tên, wiha got: "Ew yek di hêsankirina kiryarên komkirina alîkariyên di hundirê Îsraîlê de bi rêya komeleyên filistînî yên girêdayî Îxwan El Muslimîn eşkere dibin."

El Reqeb diyar kir ku armanca dewleta Tirk a bingehîn ji paşxaneya avakirina avahiyên mêtingehê guhartina demografîk li herêmên dagirkirî ye û wiha domand: "Projeya avakirina avahiyên mêtingehiyê beriya çend salan kete pratîkê, niha sûriyên li Tirkiyê dişînin wan avahiyan. Her wiha axaftina li ser şandina zêdetirî 3 milyon sûrî û derxistina wan ber bi sînorên bakurê Sûriyê tê kirin ku guhartina demografîk li herêmên kurdan çêkin."

El Reqeb wiha pê de çû: "Dewleta Tirk dixwaze hebûna Kurdan li ser sînorê xwe bi Sûriyê re bi dawî bike û demografiya herêmê û sînoran biguherîne. Dewleta Tirk tiştê li Sûriyê pêk tê wek şansekî bi kar tîne. Erdogan vê diyar dike ku ev şanse dubare nabe, bi wê re divê vê yekê bi rêya vegerandina şêniyan û koçberkirina şêniyên resen baş bi kar bînin."

El Reqeb destnîşan kir ku di vê mijarê de lihevkirinek di navbera Îsraîl, dewleta Tirk û rêxistina Îxwan El Muslimîn de heye û ev tişt anî ziman: "Hin komele hene alîkariyan kom dikin û fermandarên Îxwan El Muslimîn ên li hundirê Îsraîlê serkêşiya wê yekê dikin. Ji wan fermandaran jî, Kemal El Xetîb e ku ji kesê herî zêde alîkarî kom kiriye û ji bo avakirina avahiyên mêtingehiyê bi kar tîne.

El Reqeb da zanîn ku hinan got ev avahî bi armanca bicihkirina penaberên filistînî yên li Sûriyê ne. Lê di rastiyê de ev derew e. Rast e armancên Îsraîlê yên helandina filistîniyan li çi devereke derve dibe hene, lê armanc ji vê mijarê, dewleta Tirk erdnîgariya herêmê biguhere û wiha pê de çû: "Di vê yekê de girêdanek di navbera dewleta tirk, Îxwan El Muslimîn û Îsralê de heye. Ew jî eşkere dike ku Îxwan El Muslimîn ji dozên xwe yên nîştimanî dûr in."

El Reqeb wiha pê de çû: "Îxwan El Muslimîn û şaxê wê yê li Filistînê beşdarî hemû alîkariyên ji bo avakirina avahiyên mêtingehiyê yên dikevin xizmeta dewleta Tirk dibin. Îsraîl jî dixwaze Sûriye westiyayî bimîne, hemû azarên dagirkerî, hegemonî û parçebûnê bikişîne."

Li ser beşdariya komeleyên girêdayî Îxwana El Muslimîn şaxê Filistînê di avakirina avahiyên mêtingehiyê de El Reqeb ev tişt got: "Ev yek ji bo me filistîniyan nayê qebûlkirin. Lê bê guman berjewendiyên Îxwan El Muslimîn bi gel ve nayên girêdan. Filistîniyên ku azarên avahiyên mêtingehiyê dikişînin, divê li hember avahiyên mêtingehiyê yên li bakurê Sûriyê bisekinin. Em çi kesên beşdarî vê dozê bibin red dikin."

Dr. Eymen El Reqeb wiha dawî li gotinên xwe anî: "Ev komeleyên ku projeyên niştecihbûnê fînanse dikin, ajandeyên wan ên cur bi cur hene û ne filistînî ne. Ew mehkumî berjewendiyên Îxwan El Muslimîn in. Redkirina wê pêwîstiyeke nîştimanî ye. Ji ber ku hewl didin heman azarên filistîniyan li ser gelên herêmê jî pêk bînin."

(fr)

ANHA