Çalakiyên salvegera 19’emîn a damezirandina PYD’ê berdewam in

Îro çalakiyên pîrozbahiya salvegera 19’emîn a damezirandina PYD’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin.

20 îlon, 2022   16:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 19’emîn a damezirandina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakî hatin lidarxistin.

Li bajarê Kobanê, şahiyek li hola Firat bi beşdariya şêniyên bajêr, kesayetên siyasî û nûnerên Saziyên Civaka Sivîl, hat lidarxistin.

Di şahiyê de, hevseroka PYD’ê ya herêma Firatê, Nesret Derwîş wiha axivî: “Bi saya fikrê azad ê rêber Ocalan û lehengên ku li zîndanan li ber xwe didin, em gihîştin vê astê.”

Nesret Derwîş wiha anî ziman: “Îro hewl didin bi rêya sîxur û ajanan projeya me têk bibin, lê ji ber ku gelê herêmê tu carî xwe ji kesî re natewîne, planên wan bi bin ketin.”

Her wiha, endamê Komîteya Rêveber a PYD’ê, Ehmed Xoce diyar kir ku pêwîstiya gelê me bi damezirandina PYD’ê hebû da ku zehmetiyên li pêşiya xwe derbas bike û ev li gotinên xwe zêde kir: “Bi rastî jî PYD’ê hat damezirandin û bi vê yekê gavek ber bi şikandina bendên li ser gelê me hat avêtin.”

Ehmed Xoce wiha lê zêde kir: “Partiya me partiyeke siyasî, exlaqî û civakî ye ku li ser fikrê rêber Ocalan hatiye avakirin, ji ber vê jî di şerên ku li herêmê diqewimin de, xeta sêyemîn ji xwe re esas girt da ku şêniyên herêmê werin parastin.”

Çalakî bi xelatkirina malbatên şehîd Şîlan Baqî û şehîd Ciwan ên ku di encama komployeke hevbeş de ji aliyê ajanên hikumeta Şamê û rêjîma Tirk ve, di 29’ê Mijdara 2004’an de li sînorê Sûriyê-Iraqê hatine şehîdxistin, bi dawî bû.

TIRBESPIYÊ

Li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo, PYD’ê navendeke nû bi boneya salvegera damezirandina xwe, bi şahiyekê ku tê de şêniyên navçeyê û endamên partiyê û nûnerên partiyên siyasî beşdar bûn, vekir.

Di şahiyê de endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê, Silêman Ereb behsa qonaxa damezirandina PYD’ê û rola wê di bidestxistina mafên kurdan û tevahiya gelên herêmê de, kir.

Şahî bi pêşkêşkirina stranan ji aliyê koma şehîd Xebat a Navenda Hêzil a Çand û Hunerê ve û gerandina govendan bi dawî bû.

QAMIŞLO

Li Qamişlo, bi boneya vekirina navendeke nû ya PYD’ê, şahiyek li taxa Erbewiye bi beşdariya bi sedan şênî, malbatên şehîdan û nûnerên Kongreya Îslamî û Kongra Star hat lidarxistin.

Di destpêka şahiyê de hevserokê PYD’ê şaxê Qamişlo, Mesûd Dawûd wiha axivî: “Gelek partî li vir hatin damezirandin, lê tenê ji bo berjewendiya xwe xebitîn. Lê belê em ji bo azadiya gelan dixebitin.”

Dawûd wiha domand: “Li gor fikrê rêber Abdullah Ocalan, gel ji bo azadiya xwe fedakarî kir, piştî konferansa 20’ê Îlona 2003’yan, me dest bi xebatê kir û PYD’ê tevî zext û zehmetiyan, bû tecrubeyeke xurt û nimûneyek li Rojhilata Navîn.”

Dawûd destnîşan kir ku ev destkeftiyên ku partiyê pêk anîne ji berhemên fikrê rêber Ocalan in û ew ê têkoşîn û berxwedanê bidomînin.

Piştre navenda nû ya PYD’ê hat vekirin.

(mh)

ANHA