​​​​​​​Li rojavayê Dêrazorê navenda Yekitiya Mamosteyan hat vekirin

Yekitiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê navenda Yekitiya Mamosteyan a Dêrazorê li herêma 7 Kîlometre ya rojavayê Dêrazorê vekir.

​​​​​​​Li rojavayê Dêrazorê navenda Yekitiya Mamosteyan hat vekirin
20 îlon, 2022   14:46
DÊRAZOR

 Bi armanca birêxistinkirina kar û xebatên mamosteyan li Dêrazorê Yekitiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê navenda Yekitiya Mamosteyan a Dêrazorê li herêma 7 Kîlometre ya rojavayê Dêrazorê vekir.

Gelek mamosteyên Dêrazorê, endamên saziyên sivîl, hevserokatiya Yekitiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li merasîma vekirinê bûn.

Di merasîmê de hevseroka Yekitiya Mamosteyan a Dêrazorê Eyşe El Ceker axivî û vekirina navendê li mamosteyan pîroz kir.

Her wiha Eyşe El Ceker got: “Ev navend dê bi kar û barên mamosteyan ên madî, manewî, tenduristî, civakî û çandê eleqedar be û çavdêriya kar û xebatên mamosteyan bike.”

Eyşe El Ceker destnîşan kir ku Yekitiya Mamosteyan dê bibe dengê mamosteyan da ku roleke çalak di girtina biryarên qada perwerdeyê de bilîzin.

ANHA