Şehîdê rûmetê Hunermend Rêber Îsa spartin axê

Endamê Tevgar Çand û Hunera Demokratîk hunremend Rêber Îsa ku di18’ê Îlonê de dema li ser erka xwe bû di encama qezayeke tirafîkê de jiyan xwe ji dest daye û weke şehîdê rûmetê hate bi nav kirin, îro cenazeyê wî li navçeya Amûdê ji aliyê TEV- ÇAND ve bi merasîmeke bi heybet hat veşartin.

Şehîdê rûmetê Hunermend Rêber Îsa spartin axê
Şehîdê rûmetê Hunermend Rêber Îsa spartin axê
Şehîdê rûmetê Hunermend Rêber Îsa spartin axê
Şehîdê rûmetê Hunermend Rêber Îsa spartin axê
Şehîdê rûmetê Hunermend Rêber Îsa spartin axê
Şehîdê rûmetê Hunermend Rêber Îsa spartin axê
Şehîdê rûmetê Hunermend Rêber Îsa spartin axê
20 îlon, 2022   17:46
QAMIŞLO

Li ser navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)  Minewer Xalid axivî û got: “Di kesayeta heval Rêber de ku hevalekî min e ji roja destpêkê ya şoreşa me û heta roja îro gavek paş de neavêt, em hemû şehîdên dozê bi bîrtînin û bejan xwe li hember kesayeta wan ditewînin. Heval Rêber bi saza xwe tu carî dest ji hunera xwe berneda, em jî weke hevalê heval Rêber heta henaseya xwe ya dawî tê bikoşin.”

Li ser navê Tevgar Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND) hunermend Baran Dilbahar sersaxî ji malbata şehîd, gel û TEV-ÇAND`ê re xwest û wiha got: “Keda heval Rêber gelek mezin e. Tenê em dikarin bi kar û xebata xwe bibin bersiv ji heval re. Heval Rêber weke welatparêzekî çi keta li ser milî wî bi dilxwaziyeke mezin bi cih anî. Ji belavokan heta kasêtan, ji karê kurye heta karê alîkariyê hertim bê navber di nava kar û xebat de bû. Ji salê 90`î heta roja îro hertim bi dilxwaziyeke mezin kar kir. Ji ber eşqa xwe ya ji bo sazê û stran gotinê re tev li koma Agirî bû. Heta kêliya jiyana xwe ya dawî jî li ser kar bû, bi vekirina çand û hunera gundê Sincaqa Sedûn ve xatir ji me xwest. Ji bo wê jî tevgara me heval Rêber layîqî xelata rûmetê dît.”

Li ser navê malbata şehîd Rêber Îsa, Îbrahîm Seed wiha axivî: “Di kesayeta şehîdan û welatparêzên de di asta rûmetê de ziman li hember kesayeta wan dilerize û mejî disekine. Heval Rêber bi saza xwe û bi rengê xwe xwe da nîşandan. Cihê bextewariyê ye ku mirov li ser xaka welatê xwe were oxirkirin. Ev tenê cihê rûmetê ye. Dema mirov li heval Rêber mêze dikir, her çiqasî di jiyana xwe ya malê de feqîr bû, lê di dilgermiya xwe, kar û xebatdanê de heta dawî di moralêdayîna hevalên derdora xwe de zengîn bû. Em Rêber weke hunermendekî netewî dispêrin xaka pîroz. Em bi navê malbatê spasiya tevahî gelên li vir amade bûne dikin.”

Di dawiyê de jî xelata rûmetê ya TEV-ÇAND`ê radestî malbata şehîdê rûmetê Rêber Îsa hat kirin û di nava drûşmeyan de beşdaran cenazeyê wî spart axê.    

ANHA