​​​​​​​Li Amûdê navendeke nû ya PYD’ê hate vekirin

Li Amûdê bi minasebeta salvegera 19’emîn a damezirandina PYD’ê navendeke nû ya partiyê hate vekirin. Hevserokê PYD’ê yê Amûdê Adil Mele Emîn di vekirinê de diyar kir ku PYD partiya sereke ye ku li Sûriyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd kar û xebatan dike.

​​​​​​​Li Amûdê navendeke nû ya PYD’ê hate vekirin
20 îlon, 2022   12:15
QAMIŞLO

Bi minasebeta salvegera 19’emîn a damezirandina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li navçeya Amûdê ya Qamişloyê navendeke PYD’ê hate vekirin. Dayika şehîd Serhed Amûdê; Dara Birahîm navenda nû ya PYD’ê vekir.

Di vekirina navendê de hevserokê PYD’ê yê Amûdê Adil Mele Emîn axivî. Mele Emîn salvegera damezirandina PYD’ê li gelê Kurd pîroz kir û wiha got: “Beriya serhildana Qamişloyê jixwe pêwîst bû ku partiyek ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd di hundirê Sûriyê de bihata avakirin. Di 20’ê Îlona 2003’yan de Partiya Yekitiya Demokratîk kongreya xwe ya yekemîn hate li dar xist.”

Adil Mele Emîn wiha pê de çû: “Rejîma desthilatdar PYD wek xetere dît, wek hevalên me jî dizanin gelek hevalên me yên mîna Bavê Cûdî û Silêman Dalakî di bin îşkenceya rejîma Sûriyê de hatin şehîdxistin.”

Mele Emîn wiha gotina xwe bi dawî kir: “Careke din 19’emîn salvegara damezirandina partiya me li hemû gelê kurd, dayikên şehîdan, welatparêzan û li rêber Apo pîroz be. Çawa ku em li ser xeta şehîdan tê koşiyan, e mê ji îro û pê de jî bi kar û xebatên xwe bibin bersiv ji xeta şehîdan re.”

Li ser navê Meclisa Têkiliyan a Rêveberiya Xweser Umran Saroxan jî got: “Em bi hêvî ne gavên ji van mezintir werin avêtin. Di heman demê de salvegera damezirandina PYD’ê li hemû gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz dikin.”

(dg)

ANHA