Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevgerên Jinan: Divê qatilên jinan werin darizandin

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcê ku dewleta Îranê li dijî ciwana Kurd Jîna Emînî pêk aniye, şermezar kir û got sûcên li dijî jinan li Kurdistan, Efganistan û Tirkiyê pêk tên, encamên zîhniyeta înkarê ya li dijî mafên jinan in.

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevgerên Jinan: Divê qatilên jinan werin darizandin
20 îlon, 2022   12:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyeke hevbeş li Reqa û Qamişloyê sûcê qetilkirina Jîna Emînî bi destê desthilatdarên rejîma Îranê li Tehranê, şermezar kir.

Endamê Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya Sewsen El Xelef daxuyaniya li Reqayê xwend.

Li Qamişloyê jî, daxuyanî bi zimanên kurdî û erebî ji hêla endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Necla Temo û endama Komîteya Têkiliyan û Lihevkirinên Demokratîk a Kongra Star Bencewîn Elî ve hate xwendin.

Platformê di daxuyaniyê de got sûcê ku li dijî Jîna Emînî di 16’ê Îlonê de ji hêla "polîsên exlaqê" ya rejîma Îranê ve pêk hatiye ku di encamê de ji ber îşkenceya hovane jiyana xwe ji dest daye, berdewama siyaseta çewsîner a rejîma Îranê ye.

Kiryarên ku rejîmên çewsîner û destpot li cîhanê pêk tînin, mîna li Îran, Efganistan, Sûriyê û Tirkiyê li dijî gelan, nexasim jî li dijî jinan û sûcên ku DAIŞ’ê li dijî jinên êzidî û asûrî pêk anîn û pêk tînin berhema zihniyeta înkara mafan e û binpêkirina hemû mîsaqên navneteweyî ye.

Platformê di daxuyaniya xwe de ev sûcê hovane şermezar kir û bang li rêxistinên mafên mirovan, desteya NY’yê ya jinan û rêxistinên jiann kir ku van sûcan belge bike û sûcdarê wê li pêş dadgehên navneteweyî ceza bikin.

Her wiha platformê bang li jinên cîhanê de kir ku têkoşîna xwe li hember sûcdar, zîhniyeta destpot ku qirkirin û qetilkirinê li dijî jinan pêk tînin, bilind bikin.

Platform ji Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Jinan a Sûriyê, Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kongra Star, Kombûna Jinan a Zenûbiya, Yekitiya Jinên Suryan, Meclisa Jinan a PYD’ê, Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê, Yekitiya Jinên Ciwan, Nivîsgeha Jinan a MSD’ê, Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM’ê, Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan li Sûriyê, Komîteya Jinan a Rêxistina Mafên Mirovan a Cizîrê, Tora Pêşengên Aştiyê, Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, Komeleya Şawişka, Tevgera Hîlala Zêrîn û Weqfa Jinan a Azad pêk tê.

(fr)

ANHA