Rêveberiya Xweser zarokekî êzidî radestî Mala Êzidiyan kir

Rêveberiya Xweser zarokekî êzidî radestî Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê kir da ku wî radestî malbata wî ya li Şengalê bike. Zarokê êzidî yê 14 salî sala 2019ʹan di pêngava rizgarkirina Baxozê ji çeteyên DAIŞʹê de hatibû rizgarkirin.

Rêveberiya Xweser zarokekî êzidî radestî Mala Êzidiyan kir
20 îlon, 2022   11:30
HESEKÊ

Di civîneke çapemeniyê de, Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê zarokekî êzidî radestî Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê kir da ku radestî malbata wî ya li Şengalê bike. Ev zarok dema êrişên çeteyên DAIŞʹê yên li ser Şengalê yên sala 2014ʹan, ji aliyê çeteyan ve hatibû revandin û ew anîbûn Sûriyê.

Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Evîn Paşo daxuyanî xwend û got: "Di tevahî şerên ku li cîhanê de, bi milyonan kes ji herêmên xwe koçber dibin, rastî qirkirin û komkujiyan tên. Herî zêde jî bandor li zarok û jinan dibe. Gelê me yê êzidî wekî gelekî resen li herêmê rastî gelek komkujiyan hat. Ya dawî di 3ʹyê Tebaxa 2014ʹan de bû, dema ku çeteyên DAIŞʹê êrişî Şengalê kir û komkujî li dijî gelê me pêk anîn, jin firotin, zarok revandin û bi rêbazên cuda êzidî qetil kirin.

Gelê me yê êzidî bi taybet jin û zarok ber bi Mûsil û Rerqayê ve hatin revandin. Dema ku QSDʹê DAIŞ li baregaha dawî ya Baxozê tune kirin, gelek jin û zarokên êzidî ji DAIŞʹê rizgar kirin û heta niha çarenûsa bi hezaran ne diyar e.

Hemû herêmên ku dihatin rizgarkirin, bi taybet jin û zarok ji tirsa ku werin qetilkirin û serjêkirin newêrîbûn ol û baweriya xwe bidin naskirin, xwe wekî misilman nîşan didan."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku zarokên ku demên dirêj li herêmên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞʹê de man, bandoreke mezin li derûniya wan hate kirin û wiha hate domandin: "Ji ber ku bi salên dirêj bi çeteyan re jiyan û rastî êriş û îşkenceyê dihat, bandoreke mezin li dirûniya wan zarokan bû. Di pêvajoya rizgarkirina herêman ji çeteyên DAIŞʹê de, bi hevkariya Desteya Jinan, Mala Êzidiyan, QSD û Daîreya Têkiliyên Derve, bi dehan jin û zarok radestî Meclisa Şengalê hatin kirin û li mal û xizmên xwe vegeriyan."

Di daxuyaniyê de ser çawaniya ku zarokê êzidî xwe gihand Mala Parastina Zarokan wiha hate gotin: "Ji ber ku hin malbat nehatin naskirin, gelek zarok ji bo Mala Parastina Zarokan hatin veguhestin. Mala Zarokan sala 2015ʹan ji aliyê Desteya Jinan ve ji bo xwedîkirina zarokên ku bûne qurbaniyên şer hate vekirin.

Ji zarokên ku bi destpêka pêngava rizgarkirina Baxozê re di sala 2019ʹan derbasî Mala Parastina Zarokan bû, Mazin bû ku wê demê 11 salî bû û esil û malbata wî nehat naskirin.

Mazin dema ku ji aliyê çeteyên DAIŞʹê ve hat revandin temenê wî 7 sal bû. Ji ber ku demeke dirêj li gel çeteyên DAIŞʹê mabû û ji ol û malbata xwe dûr ketibû, piştî 3 salan derbasî Mala Parastina Zarokan bû, piştî tedawiya wî ya dirûnî hat kirin û bandora DAIŞ û tirsa wê li ser wî hate rakirin, eslê xwe yê êzidî eşkere kir.

Piştî lêkolîn û lêgerînê ya bi hevkariya Desteya Jinan a Herêma Cizîrê û Mala Êzidiyan, malbata Mazin hat naskirin ku ji komkujiyên çeteyên DAIŞʹê yên sala 2014ʹan li ser Şengalê xwe xilas kir. Li ser vê yekê çawa YPJʹê di Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de mizgîniya xilaskirina du jinên êzidî ji kampa Holê da gelê êzidî, em Desteya Jinan a Herêma Cizîrê mizgîniyê radestkirina Mazin didin malbata wî."

Hevserokê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Silêman Derwîş jî spasiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got: “Rêveberiya Xweser ji dema damezirandinê ve, ji bo rizgarkirina êzidiyan ranewestiyaye. Em bi vê yekê serbilind in."

Her wiha diyar kir ku Mazin ji malbata Cerdo Rendîn e.

Derwîş spasiya Desteya Jinan jî kir û got: "Ev mizgînî hemwextî Pêngava Mirovî û Ewlehiyê hat ku di encamê de du jinên êzidî hatin rizgarkirin. Bi vê wesîleyê em spasiya Desteya Jinan a Herêma Cizîrê û QSDʹê dikin û em soz dikin ku di demeke nêz de em ê zarok radestî malbata wî bikin."

ANHA