‘Însiyatîfa Jin Kurdistanê ji Dagirkeriyê Diparêzin’ qetilkirina Jîna Emînî şermezar kir

‘Însiyatîfa Jin Kurdistanê ji Dagirkeriyê Diparêzin’ sûcê qetilkirina ciwana Kurd Jîna Emînî li Tehranê şermezar kir û hişyarî li ser êrişên li dijî jinan da ku xetereyeke rasteqîn li ser civaka li Îran û Rojhilatê Kurdistanê çêdike û bang li desteyên hiqûqî yên navneteweyî kir ku sûcên hikumeta Îranê li dijî jinan sînordar bikin.

‘Însiyatîfa Jin Kurdistanê ji Dagirkeriyê Diparêzin’ qetilkirina Jîna Emînî şermezar kir
20 îlon, 2022   10:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Însiyatîfa Jin Kurdistanê ji Dagirkeriyê Diparêzin der barê qetilkirina Jîna Emînî (Mehsa) (22) li Tehranê, piştî di dema ragirtina ji hêla "polîsên exlaqê" de îşkence lê kirin, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Hîna zîhniyeta desthilata parêzvan û çewsîner li Îran û Rojhilatê Sûriyê hovanetirîn sûcên dermirovî pêk tîne, îşkence, girtin û qetilkirinê pêk tîne, hemû mîsaq û qanûnên têkildarî mafên mirovan binpê dike.

Êrişên li dijî jinan êdî gefan li ser gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê dixwin, her wiha kiryarên qetilkirin, girtin û îşkenceyê li dijî jinên çalakger, siyasetmedar û azadîxwaz pêk tîne. Ev yek xetereyekê li ser civaka Îranê û Rojhilatê Kurdistanê e. Êrişa li ser jinan êrişa li ser civakê bi giştî ye.

Duh Reyhane Cebarî bû, îro jî Şilêr û Jîna ne. Ew bûn qurbaniyê vê zîhniyeta çewsîner ku desmal li gorî baweriyên wan nedaye serê xwe, qetil dikin.

Em bang li desteyên hiqûqî yên navneteweyî dikin ku sûcên hikumeta Îranê li dijî jinên çalakger ên sivîl û siyasetmedaran lêpirsîn bikin û sînorekê ji sûcên wan re deynin.

Em sersaxiyê ji malbata Jîna Emînî û hemû qurbaniyan re dixwazin. Em bi we re ne û li kêleka we disekinin ku van sûcan bi dawî bikin. Em pêşeng û çalakgerên mafên gelê me yê Kurd li 4 parçeyên Kurdistanê û çi devereke din dibe dê di têkoşîna xwe de heta pêkanîna armancên xwe berdewam bikin. Em destekê didin dengê nerazîbûnê, pêkanîna mafên gel û jinên xwe li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dixwazin. Yekitî, azadî û lehengiya me bingeha pêşketinê û çareya ji bo pêkanîna mafên me ne."

(fr)

ANHA